Ozgur Ozel: AK Partiyê li dijî me şer ragihandiye

18-01-2025
RÛDAW
Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel / Wêne: AA
Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel / Wêne: AA
Nîşan AK Partî CHP Şaredarî Qeyûm
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel bi bîr xist ku Serokê Şaredariya Beşîktaşê hat girtin û got, “AK Partiyê li dijî me şer ragihandiye.”

Girtina Serokê Şaredariya Navçeya Beşîktaşê ya Stenbolê yê CHPyê di navbera mixalefeta sereke û desthilata Tirkiyeyê de eniyeke nû ya nîqaşê vekir.

Serokê Şaredariya Beşîktaşê Riza Akpolat roja pêncşemê bi tohmeta "endamtiya rêxistina tawanan, gendeliya di îhaleyên şaredariyê de û wergirtina bertîlê" hat girtin.

CHP ditirse ku lêpirsînên nû li dijî serokên şaredariyên wê bên vekirin.

Serokkomarê Tirkiyeyê roja înê li bajarê Konyayê sînyala wê yekê da û got:

"Ne bi dilê we be jî dê yasa karê xwe bike û divê hûn rêzê lê bigirin."

“Hîn jî tivrên mezin di xurcikê de ne”

Recep Tayyip Erdogan wiha got:

"Ew jî gelekî baş dizanin ku hîn jî tivrên mezin di xurcikê de ne. Yek ji sedemên nîgeranî û tevlîhevbûna wan jî ev rastî ye.

Em ditirsin heta çend salên din rewşa yekî ji van namîne ku derkevin kolanê, tevlî nav mirovan bibin û li rûyê milet binêrin."

Serokê CHPyê piştî girtina serokê şaredariya Beşîktaşê, li Stenbolê Meclîsa Rêveberiya Navendî ya Partiya xwe kom kir.

Ozel piştî civînê gotinên Erdogan û girtina Riza Akpolat wekî pêngaveke ragihandina şer li dijî partiya xwe bi nav kir.

“Ev dewlet wekî dewlet bi rê ve naçe”

Serokê CHPyê Ozgur Ozel wiha got:

“Duh serokekî min ê şaredariyê hat girtin. Dibêje tiştên ji vê yekê mezintir hene ku hûn nizanin.

Eger em nizanin û tu bizanî wekî mînak eger lêpirsînek ji bo Beşîktaşê hebe û bo wî tiştê mezin nebe lê tu tenê vê yekê bizanî, wate ev dewlet wekî dewlet bi rê ve naçe.

Wekî rêxistina te ya şexsî ya îstixbaratê kar dike. Sala 2025an dê ew sindoq bê pêşiya milet û ew dê hesabê van karên ku dikin bidin milet.

Yên ku guh didin fermanên wan ên neyasayî jî dê hesab bidin."

Ji hilbijartinên 31ê Adara sala borî ve li gel Şaredarê Beşîktaşê lêpirsîn derbarê 3 serokên şaredariyên CHPyê hatiye destpêkirin û 2 ji wan hatine girtin.

Li şûna Serokê Şaredariya Pilûrê ya Dêrsimê û Şaredariya Esenyurtê ya Stenbolê qeyûm hatine danîn lê li şûna Riza Akpolat qeyûm nehatiye danîn û biryar e 23yê vê mehê Meclîsa Şaredariyê Serokekî wekîl hilbijêre.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst