Li Parlamentoya Tirkiyeyê pîrozkirina cejna Kurdan jî qedexe ye!

17-04-2024
RÛDAW
Nîşan Gulcan Kaçmaz Sayyîgît Cejna Sersalê Kurdî Kurdên Êzidî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Parlamentoya Tirkiyeyê rê nehat dayîn ku parlamentereke DEM Partiyê bi Kurdî sersala Kurdên Êzidî pîroz bike.

Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît di komcivîna giştî ya parlamentoyê de xwest bi zimanê Kurdî Cejna Sersala Kurdên Êzidî pîroz bike.

Lê Wekîlê Serokê Parlamentoyê yê AK Partiyê Bekîr Bozdag rê neda ku Sayyîgîtê peyama xwe bi zimanê Kurdî bêje û mîkrofona wê hat girtin.

Bozdag ji Parlamentera DEM Partiyê xwest ku li gorî destûrê tevbigere û heman peyama xwe bi zimanê Tirkî belav bike.

“Min bi Tirkî jî pîroz kir û ez bi Kurdî jî pîroz dikim”

Ev helwêsta Bekîr Bozdag bû sedama nerazîbûna Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê got:

“Min bi Tirkî jî pîroz kir û ez bi Kurdî jî pîroz dikim. Pîrozkirina cejnê vî welatî dabeş nake.”

Parlamentera DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê bi Kurdî got, “Çareşema Sor li gelê me yê Êzidî hezar car pîroz be.

Wekîlê Serokê Parlamentoyê yê AK Partiyê Bekîr Bozdag wiha anî ziman:

“Hevalno binêrin, parlamenterên birêz, birêz Temellî tu dikarî destûrê bidî min.

Me nerî niha ji hemû hevalan re got ku ka di Komcivîna Giştî de prosedûr çawa ye.

Di wan rûniştinên ku ez bi rê ve dibim de ji bilî zimanê fermî dema zimanekî din bê bikaranîn dê bi awayekî otomatîk mîkrofon bê girtin. Birêz Kaçmaz Sayyîgît fermo.”

“Kurdî rûmeta me ye”

Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê wiha got, “Min bi Tirkî jî pîroz kir û ez bi Kurdî jî pîroz dikim.

Pîrozkirina cejnê vî welatî dabeş nake. Bila di vê mijarê de pirsgirekek we nebe.

Her parlamenterek DEM Partiyê destûra vî welatî bi başî dizane.

Ne hewce ye ku hûn dubare vê yekê bibîrbînin.

Me berî niha jî li ser vî kursiyî gotiye û em carek din bibêjin.

Kurdî rûmeta me ye. Kurdî zimanê me yê dayikê ye. Kurdî xeta me ya sor e.

Em heta niha pê axivî ne û em dê ji niha û pêve jî pê biaxivin. Hûn jî neçar in rêzê li vê yekê bigirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst