Li Parlamentoya Tirkiyeyê pevçûn: Bi kulm û pehînan bi nav hev ketin!

15 demjimêr berê
Nîşan Parlamentoya Tirkiyeyê Pevçûn TÎP AK Partî Ahmet Şik
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Parlamentoya Tirkiyeyê pevçûneke bi kulm û pehînan çêbû.

Bi kulman êrişî Parlamenterê TÎPê Ahmet Şik hat kirin, Parlamentera DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît jî birîndar bû.

Parlamentoya Tirkiyeyê îro li ser dosyaya Parlamenterê TÎPê Can Atalay civiya ku girtî ye.

Piştî ku Parlamenterê TÎPê Ahmet Şik dest bi axaftina xwe kir gelek parlamenterên AK Partiyê bertek nîşanî da.

Ahmet Şik jî berê xwe da wan û got, “Rûyê we qet naêşe. Hûn şerm û heya nakin.”

Gelek parlamanterên AK Partiyê bi dengekî bilind bersiv da Ahmet Şik.

Bekîr Bozdagê ku rûniştina meclisê îdare dikir bi qasî 15 xulekan navber da rûniştine.

“Terorîstên herî mezin li vir in”

Ahmet Şik piştî navberê got ku welatperwerî û dînê wan tenê ji bo xwenîşandanê ye û ew dikarin bi gotinên xwe her kesî bikin terorîst û li pey çû:

“Qet ne ecêb e ku hûn dibêjin Can Atalay terorîst e.

Bila her kes zanibe terorîstên herî mezin li vir in ku bi rêya mafyaya xanedanan ev dewlêt dorpêç kiriye û li vê derê rûniştine.”

Dema Ahmet Şik axaftina xwe didomand Parlamenterê AK Partiyê Alpay Ozalan êrişî wî kir û kulm lê da û Ahmet Şik ket erdê.

Piştî Alpay Ozalan gelek parlamenterên din jî bi aliyê kursî de baz da û pevçûneke mezin qewimî.

Parlamentera DEM Partiyê birîndar bû

Parlamentera DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît jî di dema van pevçûnan de ji birihê xwe birîndar bû.

DEM Partiyê birîndarbûna Gulistan Kiliç Koçyîgîtê piştrast kir û ev êriş şermezar kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst