Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler got, “Me ji Amerikayê xwest ku rewşa PKKyê careke din binirxîne.”
Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler di Civîna Nirxandina Salane ya ji bo nûnerên medyayê de axivî.
Yaşar Guler got ku di êrişên wan ên li nav axa Rojava û Başûrê Kurdistanê de 2 hezar û 939 kesan canê xwe ji dest daye ku bi gotina wî ew PKKyî bûne.
“Pirsgirêka me bi Kurdan re nîne”
Guler îdia kir ku ti pirsgirêkên wan bi Kurdên ji Rojavayê Kurdistanê re nîne û got:
"Ti pirsgirêka me bi xwîşk û birayên me yên Kurd ên li Îraq û Sûriyeyê dijîn re tune.
Armanca me ya sereke ew e ku yekîtiya axa Sûriyeyê û hevrabûna wê bê parastin, pêvajoya siyasî bi awayekî aştiyane temam bibe û sînorên me ji terorê bên paqijkirin.”
“YPG dê were tasfiyekirin”
Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê diyar kir ku armanca wan a sereke nemana PKK û Yekîneyên Paristan Gel (YPG) ye û wiha domand:
“Mijara me ya sereke tasfiyekirina PKK/YPGyê ye. Me ev yek ji dostên xwe yên Amerîkî re got.
Em li bendê ne ku ew helwesta xwe ji nû ve binirxînin. Di heyama nû de zû an jî dereng, li Sûriyeyê PKK/YPG dê bê tasfiyekirin.
Hem rêveberiya nû ya Sûriyeyê, hem jî em vê yekê dixwazin."
“HSD hewl dide dewletekê ava bike”
Guler her wiha îdia kir ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hewl dide ku ji valahiya hêzê ya li Sûriyeyê sûdê wergire û li herêmê dewletekê ava bike.
Guler got jî welatî wî amade ye di warê leşkerî de alîjariya birêvebiriya nû ya Sûriyeyê bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse