Li Îzmîrê 324 koçber hatin desteserkirin

15-12-2023
RÛDAW
Nîşan Îzmîr Koçber Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Îzmîrê ya Tirkiyeyê li nav Deryaya Egeyê, 324 koçberên ku dixwest biçin Ewropayê hatin desteserkirin.

Li Tirkiyeyê di demên dawiyê de zextên li ser koçberan zêde bûne û hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê li bajarên hevsînorê Yunanistanê û li nav Deryaya Egeyê kontrolên xwe zêde kirine.

Fermandariya Ewlehiya Peravan a Tirkiyeyê doh ragihand, li navçeyên Seferîhisar, Çeşme û Dîkîliyê yên Îzmirê li nav Deryaya Egeyê di nav çend belemên plastîk de 324 koçberên ku dixwest derbasî Ewropayê bibin hatin desteserkirin.

Hezên ewlehiyê piştî karên yasayî 324 koçber radestî Rêveberiya Îdareya Koçê ya Îzmîrê kirin.

Li Agiriyê bi hinceta qaçaxçîtiya koçberan 3 kes hatin girtin

Li din li navçeya Bazîdê ya Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê jî di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Bazîdê de polîsan bi “hinceta qaçaxçitiya koçberan” de 4 kes desteser kirin.

Kesên hatin desteserkirin piştî karên îfadewergirtinê ji Rêveberiya Ewlehiyê ya Bazîdê şandin Dadgeha Bazîdê.

Dadgehê derbarê 3 kesan de bi “hinceta qaçaxçîtiya koçberan” biryara girtinê da û kesek jî bi şertên kontrola dadî hat berdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst