RAPIRSÎ - Pirsgirêka herî girîng a Tirkiyeyê çi ye?

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Kompanyaya Asalê Rapirsî Aborî Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kompanyaya Lêkolînê ya Asalê ragihand ku li gorî rapirsiya wê ya herî dawî pirsgirêka herî sereke ya Tirkiyeyê rewşa aborî û bihabûna jiyanê ye.

Kompanyaya Asalê, encama lêkolîna xwe ya bi navê “Li Tirkiyeyê Rojeva Siyasî ya Îlonê 2024an” belav kir.

Kompanyaya Asalê di rapirsiya xwe de ji beşdaran pirsiye, “Bi baweriya te pirsgirêka herî girîng a Tirkiyê çi ye?”

Rapirsî li 25 bajaran di navbera 22yê heta 29ê Îlana 2024an de hatiye kirin.

Bajarên ku rapirsî lê hatine kirin ev in:

“Edene, Enqere, Antalya, Aydin, Bursa, Balikesîr, Amed, Erzirom, Dîlok, Hatay, Stenbol, Îzmîr, Kocaelî, Kirikkale, Konya, Meletî, Manîsa, Mêrdîn, Samsûn, Riha, Tekîrdag, Trabzon, Wan, Yalova û Zonguldak.”

2 hezar û 520 kesên ku di ser 18 salî re ne beşdarî rapirsiyê bûne.

Ji sedî 56,8ê beşdaran gotiye pirsgirêka herî girîng "aborî, enflasyon û bihabûna jiyanê ye."

Ji sedî 8,2yê wan jî gotiye "bêdadî" ye.

Her wiha pirsa “penaberan” jî bi rêjeya ji sedî 5 di rêza sêyem de cih digire.

Encama rapirsiyê bi giştî wiha ye:

  • Aborî: Ji sedî 56,8
  • Bêdadî: Ji sedî 8,2
  • Penaber: Ji sedî 5
  • Bêkarî: Ji sedî 4,5
  • Perwerde: Ji sedî 4,2
  • Bûyerên Tundûtûjiyê: Ji sedî 3,5
  • Têkçûna Nirxên Exlaqî: Ji sedî 2
  • Ewlehî: Ji sedî 1,8
  • Veguhastina Bajarvaniyê/Erdhej: Ji sedî 0,9
  • Teror: Ji sedî 0,8
  • Tenduristî: Ji sedî 0,5
  • Her Tişt Pirsgirik e: Ji sedî 5,7
  • Yên Din: Ji sedî 3,1
  • Pirsgirêk Nîne: Ji sedî 0,6
  • Bê bersiv: Ji sedî 2,4

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst