Yapicioglu: Wekî ku ji ehmeqan re bibêjim min ji wan re got

Duh li 12:42
Nîşan Zekeriya Yapicioglu Makezagon HUDA PAR Xala 4an
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu li destûra nû û helwesta partiyên siyasî axivî.

Zekeriya Yapicioglu bû mêhvanê Rehber TVyê û li ser Xalan 4an a Makezagona Tirkiyeyê nirxandin kirin.

“Em li dijî Xala 4an in. Hûn fêhm dikin?”

Yapicioglu diyar kir ku ew li dijî Xala 4an a Makezagonê ne û got:

“Em li dijî Xala 4an in. Hûn fêhm dikin? Xala 4an îpotekkirina paşeroja nifşên nû ye.

Werin em rûnin û xalên din bi hev re binivîsin lê Xala 4an, ne her 4 xalên ewil.”

Cezayê îdamê

Serokê Giştî yê HUDA PARê li ser anîna cezayê bidarvekirinê got, “Di nav sîstema heyî de anîna cezayê îdamê gelekî xeternak e.

Niha cezayê îdamê nîne lê bawer bikin ku tiştekî wiha çêbibe dê van cezayan bidin kesên siyasî.”

“Hûn çima aciz dibin ku em çûne Hewlêrê?”

Yapicioglu diyar kir ku hinek kes û alî ji ziyareta wan a Hewlêrê aciz in û wiha axivî:

“Hûn me rexne dikin ku em Kurd in lê çûne Milazgirê, ê hûn çima aciz dibin ku em çûne Hewlêrê?

Li gorî wan, hemû Kurdên ku serî li ber wan natewînin xayîn in.”

“Wekî ku ji ehmeqan re bibêjim min ji wan re got”

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu li ser helwesta partiya xwe ya li hemberî destûra heyî wiha got:

“Wekî ji ehmeqan re bibêjim min yeko yeko ji wan re got lê israr dikin ku fêhm nekin.

Wê demê ez bi şiklê ku ew fêhm bikin bibêjim. Em dibêjin bila xala 4an a Destûrê nebe.

Em li dijî Xala 4an in. Hûn fêhm dikin? Xala 4an îpotekkirina paşeroja nifşên nû ye.

Werin em rûnin û xalên din bi hev re binivîsin lê Xala 4an, ne her 4 xalên ewil.

Em ne behsa her 4 xalên ewil dikin. Mebesta me Xala 4an e. We fêhm kir?”

Divê were gotin, “Xala 4 an Makezogana Tirkiyeyê” dibêje ku her sê xalên ewil naguherin û kes nikare guhertina wan teklîf bike.

Her sê xalên ewil jî amaje bi “nav, şikil, paytext, ziman, yekparçebûn, sirûd û paytext”ê dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst