Edene: 6 kesên ku bi hinceta PKKyê desteserkirî bûn hatin berdan

15-08-2023
RÛDAW
Nîşan Edene Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Ceyhanê ya Tirkiyeyê 6 kesên ku bi hinceta “endamtiya rêxistinê” hatibûn desteserkirin, hatin berdan.

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê roja duşemê bi fermana Serdozgeriya Komarî ya Edeneyê li navçeya Ceyhanê bi ser çend malan de girt.

Di serdegirtina malan de 4 zarok û 6 welatiyên bi navên Mehmet Oztemel, Tahir Mamuk, Firat Bahadır, Caner Abo, Ferhat Kayran û Dîlan Erbek bi bi hinceta “endamtiya rêxistinê” desteser kiribûn.

Her çar zarok duh piştî karûbarên îfadeyê hatibûn berdan.

Li gorî zanyariyên di Ajansa Mezopotamyayê de her 6 welatiyên din jî piştî temambûna karûbarên îfadeyê şandine dadgehê û piştî darizandinê bi mercê kontrola dadî hatine berdan.

Li Colemêrgê û navçeyên Gever û Çelêyê jî polîsan bi ser gelek malan de girt û ji ber sedemeke nediyar nêzîkî 30 kes desteser kirin.

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê bi hincetên wek “endamtî û propgandaya PKKyê” li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê bi ser malan de digirin û rojane  welatiyên Kurd desteser dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst