‘Erdogan û Esed ji bo li dijî Kurdan in hevdîtinê dikin’

1 demjimêr berê
Omer Sonmez
Nêrîna welatiyên Tirkiyeyê li ser hevdîtina Erdogan û Esed
Nêrîna welatiyên Tirkiyeyê li ser hevdîtina Erdogan û Esed
Nîşan Tirkiye Sûriye Beşar Esed Recep Tayîp Erdogan
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Ev 13 sal in hemû pêwendiyên dîplomatîk ên Tirkiye û Sûriyeyê qut bûbûn lê Erdogan dixwaze pêwendiyan bi Sûriyeyê re asayî bibe.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li NATOyê got:

“Min Esed dawetî Tirkiyê kiriye. Em dikarin li welatekî din jî hev bibînin.”

Nêrîna welatiyên Tirkiyey ê li ser hevdîtina Erdogan û Esed cuda ye.

Beşekî zêde welatî, ji bo paşvegerandina penaberên Sûrî ên li Tirkiyê piştgiriyê didin hevdîtina Erdogan û Esed.

Bi taybetî welatiyên Kurd jî didin zanîn ku, armanca daxwaza hevdîtinê ya Erdogan ji bo li dijî Kurdên Rojavayê Kurdistanê ye.

Hin welatiyên mixalîf jî dibêjin; “Erdogan piştî Sûriyeyê tevlihev kir niha dê bi kîjan rûyê bi Esed re bicive?”

Nûçegihanê Rûdawê Omer Sonmez li Stenbolê ev pirs ji xelkê kir:

“Hûn dixwazin Erdogan û Esed hev bibînin û li ser çi gotûbêj bikin?

Welatî Şevket Erol got, “Mesele tiştekî jî nîne ji bo hevdîtinê. Ka dê hevdîtina çi bikin?

Lê meseleya Kurdan e. Lewra her du jî li ser Kurdan siyasetê dikin.”

"Dê bi kîjan rûyê bi Esed re bicivin?"

Welatî Ali Çelik jî got:

“Dewlet bi burokrasî û dîplomasiyê pêngavan davêje. Lê Tirkiye nav Sûriyeyê tevlihev kir, piştgirî da rêxistinên çekdar.

Niha jî radibin dibêjin em dê lêborînê bixwazin. Lê Esed got, pêşî divê ew piştgiriya xwe ya bo çekdaran vekişînin, dûra ez ê hevdîtinan bikim.

Hûn dibînin yanê Tirkiyê xistin kîjan rewşa xirab.”

Welatî Erkan Emekli jî wiha bersiv da:

“Yanê lazim e em neketina vê rewşê. Lewra 10 milyon Sûrî li Tirkiyeyê bi cih kirin.

Ji aliyekê ve Tirkiyeyê dagir kirin bêyî şerekî bikin. Yanê li rojhilatê başûr binêrin, li Kilîsê ji sedî 80 nifûsa wê êdî penaber in.”

“Xuya ye Erdogan dîsa ketiye tengasiyê”

Rûsya û Îraq navbeynkariya Sûriye û Tirkiyeyê dikin.

Li Tirkiyeyê ji 3 mîlyonî zêdetir penaberên Sûrî dijîn.

 Welatî Hakki Azgin jî got, “Xuya ye serokkomarê me dîsa ketiye tengasiyê. Lewma dixwaze hin pêngavên aştiyane bavêje.

“Êdî bes e”

Lewra êdî tiştek nema, dê ku ve biçe. Lewma jî ew mecbûrê Esed e.”

Welatî Musa Yolu jî wiha got, “Bila hevdîtinê bikin. Lê çi dixwaze mirov nizane.

Êdî dê penaberan bişînin, çawa bikin. Bila hevdîtinan bikin û penaberan vegerînin. Êdî bes e yanê.”

Tirkiye beşekî axa Sûriyeyê bi leşkerên xwe dagir kiriye.

Şertê ewil a Şamê derxistina leşkerên Tirkiyeyê ye.

Li gorî pisporan, Enqere ji bo pêşî li statuya Rojavayê Kurdistanê bigire xwe nêzîkî Şamê dike.

Piraniya civaka Tirkiyeyê ji bo vegerandina penaberan dixwaze her du serok hevdîtinan bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst