Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ragihand ku li 24 parêzgehan operasyonên hevdem hatine kirin.
Di operasyonên li dijî bazirganên madeyên hişbir de 202 gumanbar hatin desteserkirin.
Ji wan gumanbaran 122 kes bi biryara dadgehê hatin girtin.
Li 24 parêzgehan operasyon
Li gorî daxuyaniya wezaretê, operasyon bi hevkariya Serdozgeriyên Komarê, Daîreya Têkoşîna li Dijî Madeyên Hişbir a Cendermeyan û fermandariyên bajaran hatin kirin.
Hezar û 25 endamên asayîşê û 6 hezar û 440 personelên cendermeyan beşdarî operasyonan bûn.
Operasyon li parêzgehên Semsûr, Amed, Êlih, Colemêrg, Mereş, Meletî û Wanê yên Bakurê Kurdistanê hatin lidarxistin.
Her wiha li parêzgehên Afyonkarahîsar, Antalya, Aydin, Balikesîr, Denîzlî, Edîrne, Hatay, Stenbol, Îzmîr, Qeyserî, Kocaelî, Manîsa, Mersîn, Sakarya, Samsun, Tokat û Uşakê yên Tirkiyeyê jî bi ser malên gumanbaran hat girtin.
Firoşkarên medyaya civakî
Di lêkolînan de hat zanîn ku firoşkarên kolanan torên xwe li ser medyaya civakî û bernameyên peyamgirtinê ava kirine.
Ew kes bazirganiya madeyên hişbir bi vî awayî dikin.
Di operasyonan de hêzên ewlehiyê dest danî ser 412 kîlogram madeyên hişbir û 367 hezar û 431 hebên hişbir.
Ji 202 gumanbarên desteserkirî 122 kes hatin girtin û hêzên ewlehiyê ew şandin girtîgehan.
80 kesên din jî bi şertê "kontrola dadî" hatin berdan.



