Erdogan bo daxwaza alîkariyên aborî diçe welatên Kendavê

15-07-2023
Zozan Çetîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan biryar e serdana Erebistan Siûdî, Qeter û Îmaratê bike, di wê serdana xwe ya sê rojî de Erdogan zêdeyî 200 bazirganan jî bi xwe re dibe.

Li Tirkiyê kirîzeke aborî heye, bo çareserkirina pirsgirêkên aboriyê hikûmeta Tirkiyê di nava lêgerînan de ye. Li ser vî bingehî bi armanca peydakirina deriyekê bo derketina ji wê krîzê, di rojên pêşiya me de Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan serdana welatên Kendavê dike.

Li gor agahiyên Serokê Desteya Pêwendiyên Bazirganiya Derve ya Tirkiyê (DEİK) Nail Olpak dayîn Erdogan dê roja Dûşemê 17ê Tîrmeha 2023an serdana Siudî, Qeter û Îmaratê bike.

Nail Olpak da zanîn ku di vê serdanê de Erdogan dê zêdeyî 200 bazirganan jî bi xwe re bibe.

Di vê gera sê rojî de dê Forma Kar a Tirkiye-Siudî 17ê Tîrmehê li Cedde, Forma Kar aa Tirkiye - Qeter 18ê Tîrmehê li Doha, Forma Kar a Tirkiye- Îmarat 19ê heman mehê de li Abu Dabî bên sazkirin.

Serokkomarê Tirkiyê heftiya derbasbûyî derbarê gera bo Kendavê de gotibû: “Min hevalên xwe berê şandin çûn Siudî, Qeter û Îmaratê,  ez jî dê bi şandekê re biçim. Em dixwazin bi gera li van her sê welatan pêwendiyên xwe di her alî de bihêz bikin. Di vê serdana me de alîkariyên ku dê bidin Tirkiyê em dê ji nêz ve bibînin. Di serdanên me yên berî de wan welatan gotibûn em amadene weberhênanên cidî bo Tirkiyê bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst