Dadgeha Îstinafê biryara doza Deniz Poyraz hilweşand

15-06-2023
Mihemed Emîn Demir
Nîşan Deniz Poyraz Doz Dadgeha Îstinafê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Îstinafê bi hinceta di darizandinê de kêmasî hene biryara doza kujerê Deniz Poyraz, Onur Gencer hilweşand û biryar da kêmasî bên temamkirin. 6emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmirê ji ber êrîşa ser Şaxa HDPê ya Îzmirê û kuştina Deniz Poyraz cezayê heta hetayê dabû kujer Onur Gencer.

6emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmirê, 27ê Kanûna 2022an ji ber sûcê "kuştina bi qestî ya bi plan" cezayê heta hetayê yê giran, ji ber sûcê "xisardayîna mal" 4 sal, ji ber "binpêkirina mafê rûniştinê" 2 sal û ji ber "binpêkirina qanûna bikaranîna çekan" 3 sal cezayê girtîgehê li kujerê Deniz Poyraz, Onur Gencer birî.

Piştî biryarê parêzerên malbata Poyraz û parêzerê kujer Onur Gencer, ji bo betalkirina biryarê serî li 1emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Edlî ya Herêmî ya Îzmirê (Îstinaf) dabûn.

1emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Edlî ya Herêmî ya Îzmirê, derbarê dozê de biryar da û ragihand, “di girtenameyên rûniştina dozê de îmzeyên kêm hene, biryara bi hincet bo parêzeran nehatiya radestkirin û nivîsên derbarê agahdarkirinê de di nav dosyeyê de nînin.” Dadgeha Îstinafê biryar hilweşand û ji 6emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmirê daxwaz kir ku kêmasiyên di nav dosyeyê de bên temamkirin û careke din bê şandin.

Parêzera malbata Poyraz, Turkan Aslan Agaç derbarê biryara Îstinafê de dibêje: “Tevî ku di dema lêpirsînê de gelek delîl nehatin komkirin, îdianame di demeke kurt di 2 meh û nîvan de hat amadekirin. Di meha Kanûnê de jî doz hat vekirin û xwestin vê dozê bidin jibîrkirin. Li dijî azadiya raderbirînê, mafê siyasetê û rêxistinbûnê tawan hat kirin û tevî ev tawan bi plan û nefret hat kirin, ti amajeyek pê nehat kirin. Me ji ber vê yekê serî li Îstinafê da. Herwiha ji ber kesên fermana êrîşê dan û alîkarî kirin nehatin eşkerekirin û ji ber vê jî me serî li Îstinafê da.”

Doza kuştina Deniz Poyraz dê li 6emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmirê, careke din bê dîtin û biryareke nû bê dayîn.

Onur Gencer ê 27 salî 17ê Hezîrana 2021ê demjimêr 11:05 li navçeya Konakê ya Îzmirê, êrişî avahiya HDPê kiribû û Denîz Poyraz kuştibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst