ERMENÎ - Kî tevlî bûyerên sala 1915a bûn?

15-04-2015
Hîkmet Dûrgûn
A+ A-

 

Enqere (Rûdaw) – 100emîn salvegera bûyerên ku Tirkiye ji bo dibêje “tehcîr” û ermenî dibêjin “nijadkujî” nêzîk dibe û derbarê wê de jî nîqaş zêde dibin.

 

Di salên dawî de derbarê “rola kurdan” a di mijara bûyerên 1915an de spekûlasyon tên kirin.

 

Nivîskar û lêkolînerê kurd Nacî Kutlay ji Rûdawê re ragihand, divê bûyerên sala 1915an bêpêşbiryar were nîqaşkirin û got, xelkê kurd û ermenî bi sedan sala weke ciranên hevdu borandine.

 

Nacî Kutlay da zanîn pêwendiyên kurdan ên ligel ermeniyan beriya tirkan dest pê kiriye.

 

Kutlay diyar kir, piştî şerê Balkanan ramanên Tûranitî û Tirkperestiyê zêdetir bûn û wiha domand:

 

“Di vê serdemê de Îttihat û Terakkiyê hin komkujî organîze kirin. Kurd jî li hin deran tevlî wan bûne. Li hin herêma tawanên kurd kêm in weke li navçeya Zara ermenî parastine, lê tevlî tawanan bûne.”

 

Nivîskarê kurd anî ziman, çend sedem hene ku kurd tevlî wan qetlîama bûne û wiha got: “Divê îro mirov bibêje `Bapîrê min wiha kir` û lêborînê bixwaz e. Divê kurd jî wiha helwesta xwe bidin nîşan. Lêborîn xwestin ti kesî biçûk nake.”

 

Nivîskar û lêkolînêr Sait Çetinoglu jî ragihand di bûyerên qewimî de tenê rola Îttihat û Terakkî û Almanyayê nîne û wiha got: “Em dikarin bibêjin rola gellek aliyan heye.”

 

Çetinoglu anî ziman, leşkerên Tirkiyeyê, kurd rêxistin û ew wekî “tetîkkişan” bikar anîn û wiha domand:

“Sedama vê yekê jî ya herî girîng, pere, jin û zarokên ermeniyan bû. Îro nîvê kurdan bûne rehîneyên  rejîmê û nijadkûjiye înkar dikin. Kurd ji ber mal û milkên ermeniyan bûne rehîneyên rejîmê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst