Di malekê de 3 kesên kuştî hatin dîtin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Bursa Kuştin Mustafa Macar Cavîdan Aydin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Orhaneliyê ya bajarê Bursayê yê Tirkiyeyê di hundirê malekê de 2 kes û li bexçeyê wê jî kesek kuştî hatin dîtin.

Li gorî zanyariyan, şeva borî li Taxa Goynukbelenê ya navçeya Orhaneliyê, kesûkarên welatiyê bi navê Mustafa Macarê 73 salî û Cavîdan Aydin agahî ji wan wernegritin û li ser vê yekê çûn mala wan.

Lê dema çûn malê, di hundirê malê de termê Mustafa Macar û Cavîdan Aydin û li bexçeyê malê jî termê kesekî din dîtin.

Li ser agahdarkirinê hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.

Di encama kontrola tîman de derket ku her se kes hatine kuştin.

Tîmên tenduristiyê termê her sê kesên kuştî birin nexweşxaneyê.

Hat ragihadin ku neviyê Mustafa Macar, M.K.yê 16 wekî gumanbar hatiye desteserkirin.

Li gorî idayan, M.K. çûye mala bapîrê xwe Mustafa Macar û pere jê xwestine lê bapîrê wî pere nadanê.

M.K. li ser vê yekê bi bivir êrişî bapîrê xwe kiriye û kuştiye.

Piştre jî Cavîdan Aydina ku bi bapîrê wî re dijiya û kesekî din ku nasnemaya wî nediyar e jî kuştine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst