Îsal çend partiyan û çi qas alîkarî ji xezîneyê wergirtine?

13-06-2023
Mihemed Emîn Demir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê li gor yasaya nû, ji bo partiyên ku ji %3 zêdetir deng werbigrin alîkariya xezîneyê tê dayîn. Pêştir ji bo ku partiyek bikaribûya alîkariya xezîneyê werbigre pêwîst bû ku benda ji %10 a hilbijartinê derbas bike.

Alîkariya xezîneyê salane bo partiyên siyasî tê kirin û salên hilbijartina parlamentoyê hebe ew alîkarî 3 qat tê zêdekirin û salên hilbijartinên xwecihî hebe alîkarî 2 qat tê zêdekirin.

Îsal ji ber hilbijartina parlamentoyê hat kirin alîkariya xezîneyê bo partiyan 3 qat hat zêdekirin.

Li gor yasayê, îsal pênc partiyên sereke û mezin ên Tirkiyê ji xezîneya giştî ya dewletê alîkariyên darayî wergirtine, ku ew jî AK Partî, CHP, HDP, MHP û ÎYÎ Partî ne.

Alîkariya xezîneyê bo partiyan jî wiha ye:

AK Partî: 2.179 milyar lîre

CHP: 1.157 milyar lîre

HDP: 598 milyon lîre

MHP: 567 milyon lîre

ÎYÎ Partî: 509 milyon lîre

 


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst