159 kesayetên navdar ji bo Doza Kobaniyê bang kir

13-05-2024
RÛDAW
Nîşan Doza Kobaniyê Birya Bang
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 159 hunermend, akademîsyen, siyasetmedar, çalakvan û nûnerên rêxistinên sivîl derbarê Doza Kobaniyê de daxuyaniyek belav kir û daxwaza bicihanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê kir.

Rûniştina Doza Kobaniyê ku hevserokên berê yên HDPyê Selahattîn Demîrtaş û Figen Yuksekdag jî di nav de bi tevahî 108 kes tên darizandin, 17ê Nîsana 2024an li 22yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat kirin.

Dadgehê ji bo ku biryarê bide rûniştin taloqî 17ê Gulana 2024an kir û dê wê rojê biryar bê eşkerekirin.

159 hunermend, akademîsyen, siyasetmedar, çalakvan û nûnerên rêxistinên sivîl bi serenavê “Em li ber keviya biryarekê ne ku dê bandorê li siberoja welêt bike” daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de tê xwestin ku siyaseta aloziyê bi dawî bibe û biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bênbicihanîn.

"Dê bandorê li siberoja welêt bike"

Daxuyanî wiha ye:

"Encamên hilbijartinên xwecihî hêviyên nermbûna siyasî, aştî û aramiyê ku daxwaza civakê ye bihêztir kir.

Pêwîstiya pêkanîna vê hêviyê ew e ku daraz di bin fermana desthilata siyasî de nemîne û veguhêze saziyeke serbixwe ku li gorî prensîba dewleta hiqûqê ya Destûra Bingehîn dadmendiyê pêk bîne.

Di vê çarçoveyê de em li ber biryarekê ne ku dê bandorê li siberoja welêt bike.

Biryara li ser Doza Kobaniyê ku dê bibe nîşaneya wê yekê ka hikûmet ji bo aştî û demokrasiya navxweyî û derve dê rêzê li prensîba dadweriya serbixwe bigire an negire.

Ji ber ev doz wekî Doza Geziyê xala sereke ya dozên ku daraz wekî amûreke siyasî tê bikaranîn e.

Di vî warî de ne tenê ji bo DEM Partiyê û gelên herêmê, ji bo siberoja welatê me jî girîngiyeke zêde heye.

Divê biryara Doza Kobaniyê bibe nîşaneya wê yekê ku bêhiqûqî li welêt bi dawî bibe û daraz serxwebûna xwe bi dest bixe.

Divê Doza Kobaniyê û dozên bi vî rengî li gorî yasayê bên kirin.

Divê hemû mexdûriyetên ku di qada hiqûqê de bi mebestên siyasî hatine afirandin, bi taybetî jî girtiyên Doza Geziyê ku li ser ti delîlên objektîv nehatine avakirin, bên rakirin.

"Divê demildest bên berdan"

Tiştê ku divê bê kirin eşkere ye: Divê girtiyên Doza Kobaniyê, li gor biryarên DMMEyê yên ku ji bo hemû organên dewletên alîgir in û biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya demildest berdana Demîrtaş û girtiyên din demildest bên berdan.

Ji ber endametiya Konseya Ewropayê erkek e ku hikûmet û daraz biryara Komîteya Wezîran li ber çavan bigirin.

Geşedanên siyasî yên dawî nîşan didin ku siyaseta aloz, bêhiqûqî û bêdadmendî aramî û ewlehiyê nade civakê û civak jî razî nabe.

Em hêvî dikin biryara Doza Kobaniyê bibe wesîleya avakirina dewleta hiqûqê û aştiya civakî.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst