RAPIRSÎ: DEM Partî partiya sêyem e

13-02-2024
Nîşan DEM Partî Rapirsî AK Partî CHP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapirsiya Kompanyaya Lêkolînê ya Metropollê, AK Partî bi rêjeya ji sedî 34,6 partiya yekem e.

Li gorî heman rapirsiyê CHP bi rêjeya ji sedî 25,1 partiya duyem û DEM Partî bi rêjeya ji sedî 10,3 partiya sêyem e.

Metropollê, encamên rapirsiya ku di navbera 12-15ê Kanûna Paşîna 2024an de li 28 bajaran bi hezar û 565 kesan re kiribû eşkere kirin.

Di rapirsiyê de ji beşdaran pirsa “Eger vê yekşemê hilbijartin bê kirin hûn dê dengê xwe bidin kîjan partiyê?” hat kirin.

Li gorî encamên rapirsiyê, AK Partî partiya yekem, CHP duyem û DEM Partî sêyem e.

Li gorî rapirsiya Metropollê rêjeya dengên partiyan wiha ye:

AK Partî: Ji sedî 34,6

CHP: Ji sedî 25,1

DEM Partî: Ji sedî 10,3

ÎYÎ Partî: Ji sedî 10,1

MHP: Ji sedî 9,0

Partiya Zaferê: Ji sedî 3,2

Partiya Yenîden Refahê: Ji sedî 1,9

TÎP: Ji sedî 1,3

Memleket: Ji sedî 0,6

Yên din: Ji sedî 3,9

Li gorî hilbijartina 14ê Gulana 2023yan AK Partî, DEM Partî û ÎYÎ Partiyê rêjeya dengên xwe bilind kiriye.

Rêjeya dengên CHP, MHP û Partiya Yenîden Refahê jî daketiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst