Federasyona Komeleyên Jinan: Îsal 271 jin hatine kuştin

12-09-2023
Nîşan Federasyona Komeleyên Jinan a Tirkiyeyê Kuştina Jinan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Federasyona Komeleyên Jinan a Tirkiyeyê ragihand ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 8 mehên destpêkê yên sala 2023yan de 271 jin hatine kuştin.

Federasyona Komeleyên Jinan a Tirkiyeyê, "Rapora Cînayetên Jinan a Tebaxa 2023yan" eşkere kir.

44 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin

Li gorî raporê, meha tebaxê 44 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin û 15 jinan jî bi awayekî biguman canê xwe ji dest daye.

Di meha Tebaxê de 21 jin ji aliyê hevjînê xwe ve hatine kuştin.

Herwiha 17 jin bi çekan û 9 jin bi kêran hatine kuştin.

Di 8 mehan de 271 jin hatine kuştin

8 mehên destpêkê yên sala 2023yan 271 jin hatine kuştin.

Piraniya jinan bi çekan û ji aliyê hevjînê xwe ve hatine kuştin.

108 jinên ku hatine kuştin zewicî bûne, 67 jin jî nezewicî bûne.

Nehatiye zanîn bê ma 74 jinên ku hatine kuştin zewicî bûne yan nezewicî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst