Li Stenbolê 7 kes bi hinceta PKKyê hatin desteserkirin

12-07-2024
RÛDAW
Nîşan Stenbol Desteserkirin PKK Girtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyeyê 7 kes bi hinceta PKKyê hatin desteserkirin û kesek bi biryara dadgehê hate girtin.

Tîmên girêdayî Şaxa Rûbirûbûna Terorê û Rêveberiya Ewlehiyê ya Stenbolê operasyonek pêk anî.

Di operasyonê de bi hinceta ku “di nav kar û xebatên ciwanan yên PKKyê de cih girtine” 7 kes hatin desteserkirin.

Herwiha piştî karûbarên yasayî yên kesên desteserkirî kesek bi biryara dadgehê hat girtin.

Li aliyê din, 3 ji wan bi mercê kontrola edlî 6 kesên din hatin berdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst