Li Konyayê êrîşî malbateke Kurd kirin

12-07-2021
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Konyayê komeke nîjadperest êrişî malbateke kurd kirin û di êrişê de ji malbatê 7 kesan birîndar kirin.

Dadgehkirina wan kesên ku êrîşî malbateke Kurd li parêzgeha Konya kir, berdewam e, lê ji gurûpeke netewperest tenê 7 kes hatine girtin, û ji wan jî, 5 kes hatin azadkirin.

Li parêzgeha Koniya ya Tirkiyê, li 12ê Gulana îsal, grupeke nîjadperest, êrîşî malbateke Kurd kir, di encamê de 7 endamên wê malbatê, ku 4 jê jin bûn, birîndarkirin. Malbata ku êrîş rêxistibû, her cîranê wê malbata Kurd in.

Bûyer li navçeya Meram li navenda Konya çêbûye, û malbata Dedeogularî ku Kurd in, beriya 30 salan ji Qersê çûne Konya, û ev dema 15 salan e li navçeya Meram niştecî bûne û 15 sal in, bi berdewamî ji aliyê Tirkan ve, sivkayetî bi wan tê kirin.

Li gorî gotina wê malbata Kurd, ku gurûpa Tirkiyê ji wan re gotine, ku ew neteweperestin û rê nadin wê malbata Kurd, ku li wir bijîn.

Ji endamên malbatê Bariş Dedeogularî ji medyayê re ragihandiye, tevî ku êrîşî wan hatiye kirin û di nava mala wan de, li wan xistine û hemû birîndar bûne, lê dema ku polîs hatiye, malbata Kurd tometbar kiriye.

Berpirsê Ofîsa Rûdawê li Enqerê Şewket Herkî, çûye Konya, serdana wê malbata Kurd kiriye, behsa buyerê dikin:

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst