Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak beşdarî çalakiya Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê (TBB) bû ku di çarçoveya 31emîn Konferansa Guherîna Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP31) de li Antalyayê hat lidarxistin.
Serra Bucakê di vê çalakiyê de bal kişand ser rola birêvebiriyên xwecihî ya di têkoşîna li dijî qeyrana avhewayê de û pêdiviya wan a bi desthilat û fînansekirinê.
Bucakê tevlîbûna civakan a di pêvajoyên biryargirtinê de û edaleta avhewayê nirxand û behsa zehmetiyên pêwendîdanîna birêvebiriyên xwecihî ya bi desthilata navendî re kir.
"2 sal û nîv e em li benda randevûyê ne"
Serra Bucakê bal kişand ser astengiyên diyaloga bi Enqereyê re û got:
"Em di birêvebiriyên xwecihî de her 5 salan carekê tên hilbijartin. Ev 2 sal û nîv in em li benda randevûyekê ne ji Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê.
Di dawiya van 2 sal û nîvan de, belkî di 2 sal û nîvên bê de jî ji bo bicihanîna polîtîkayan pêwîst em pêwendiyeke rast deynin û dengê me bi awayekî rast bê bihîstin.
Ji serê sibehê ve di vê holê de me û cihê ku dê dengê gelan, civakan û herêman were bihîstin birêvebiriyên xwecihî ne lê pêkanîna vê yekê zehmet xuya dike. Divê ev nakokî li vir bên axaftin."
Divê birêvebiriyên xwecihî xwedî gotin bin
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê diyar kir ku divê birêvebiriyên xwecihî di diyarkirina polîtîkayên avhewayê û dabeşkirina çavkaniyan de xwedî gotin bin.
Bucakê destnîşan kir ku qeyrana avhewayê di heman demê de pirsgirêkeke çînayetî, mêtingerî, edalet û aştiyê ye.
Serra Bucakê her wiha bang kir ku guh bidin Lûtkeya Avhewayê ya Gelan a ku dê 14ê Çiriya Paşîn li Antalyayê dest pê bike.


