‘Zarokên di erdhejê de winda bûne’ careke din bû rojev: Wezartê bersiva îdiayan da

11-01-2024
RÛDAW
Nîşan Aştî Ebdo Îtalya Erdhej Zarok Winda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî ya Tirkiyeyê Mahinur Ozdemir Goktaşê derbarê îdiayên mexdûrên erdhejê yên winda got, “Ne pêkan e ku ji 1912 zarokan, zarokek jî winda bibe.”

Piştî ku dosyaya milyarderê Amerîkî Epsteîn eşkere bû, îdiayên derbarê zarokên di erdheja 1999 û 6ê Sibata 2023yan de winda bûne, careke din bûn rojev.

Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî ya Tirkiyeyê Mahinur Ozdemir Goktaşê têkildarî îdiayên ku piştî erdhejê derketine axivî.

Goktaşê li ser îdiayan got:

“Bi erdheja 6ê Sibatê re xwestin dewleta me tengezar nîşa bidin. Em rastî nûçeyên xerab tên.

Hinek alî, ji dema karesatê ve bi nûçeyên derew, gel dixapîne. Agahiyên der barê van zarokan de ji rojên ewil ên karesatê ve bi awayekî vekirî dihat parvekirin.”

“Em dê mafên xwe yên qanûnî bikar bînin”

Goktaşê diyar kir ku ew li dijî dezenformasyonê rastiyê parve dikin û got:

“Ez dixwazim careke din destnîşan bikim ku ji hezar û 912 zarokan, zarokek jî winda nebûye.

Nasnameya van zarokan ji aliyê saziyên pêwendîdar ên dewletê ve hatin eşkerekirin. Divê keda xebatkarên me ya ku bi şev û roj didin neyê piştguhkirin.

Em dê li dijî tewanên neheq mafên xwe yên qanûnî heta dawî bi kar bînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst