Firotina gaza rondikrêj firiya: ‘Em westiyan!’

2 demjimêr berê
Rawîn Stêrk
Jinên xwepêşander/Wêne: Rûdaw Grafîk
Jinên xwepêşander/Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Kuştina Jinan Gaza Rondikrêj Stenbol
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Asta bilind a tundûtûjiya li hemberî jinan a li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hemû jin xistine bin endîşe û tirsê.

Ji ber wê xweparastin û peydakirina hin amûr û lêgerîna rêbazên parastinê di nava jinan de zêde dibe.

Bi taybetî kuştina du jinan li Stenbolê bi awayekî tirsnak, xetereya li ser jinan gihandiye asteke bilind.

Jin dibêjin, li vî welatî êdî beriya ku ew ji malên xwe derkevin divê li hemberî egeran, bi tevdîr bin.

Jina bi navê Dîlan Kaplanê li ser standina tevdîran got:

“Piştî van bûyerên vê dawiyê ez jî li wergirtina tevdîran difikirim.

Ez dê gaza tûj bikirim. Em naxwazin êdî bimirin. Dema ez di rê de dimeşim bixof dimeşim.

Bawer bike her dema ku ez li cihekî bimeşim yek bi dû min dikeve.

Em hemû wisa ne, dibe ku yek ji wan rojekê min jî bikuje.”

“Em nikarin biçin cihekî”

Hêja Îlhanê jî behsa tirs û xofên xwe kir û da zanîn:

“Em êdî westiyane, ji ber ku dema em li derve bin her tim em li paş xwe dinêrin.

Em westiyan ji wê yekê dema ku bi otomobîlan di ber me re derbas dibin serê xwe derdixin û tiştekî dibêjine me.

Em westiyan ji wê ku em bi serê xwe nikarin biçin cihekî.”

Sabriye Batûrê jî diyar kir ku ew ji ber tirsê nikarin li texsiyan siwar bibin û anî ziman:

“Em nikarin li otobusan siwar bibin. Her dema ku em li derve bin, em bi xetereyê dihisin.

Ez ji bajarekî din hatime vir lê hemû bajar wiha ne.

Her der wekî hev e. Em êdî ji mêran bêzar bûne.”

Gelek jin dema derdikevin derve di çenteyên xwe de amûrên cuda digerînin.

Hejmareke gelekî zêde ya jinan jî gaza rondikrêj bi xwe re digerînin ku rastî tiştekî hatin, karibin xwe rizgar bikin.

Gaza rondikrêj ku gelek cureyên wê bi awayekî yasayî têne firotin bûye tercîha sereke ya ku jin bi kar tînin.

Kompanyayeke hilberînerê gaza rondikrêj da zanîn ku stokên wan xilas bûne.

Bi taybetî eleqeya firotina wê bi rêya înternetê çend qatan zêde bûye.

“Karê me 40 qatî zêde bûye”

Xwediyê kompanyayeke firotina gaza rondikrêj Erkan Keskîn got:

“Me ti carî nedîtibû ku sîparîş ev qasî zêde bibin. Sîstema me ya xebatê têk çû.

Em 3 kes dixebitin. Ez bi xwe jî dixebitim lê van rojan dayîk û xwişka min jî tên alîkariyê.

Van rojan karê me 40 qatî zêde bûye. Sîparîşên takekesî çil qatî zêde bûne.

Di nava deqîqeyekê de sîparîşek, du sîparîş tên. Ji ber wê me sîstema xwe girt.”

Piştî bûyera li Stenbolê rû da li seranserî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jin careke din li ser pêyan in.

Tundûtûjiya li hemberî jinan a li Tirkiyeyê li ser asta cîhanê jî dibe sedema bertekan.

Ji ber ku li gorî rapora OECDyê li Tirkiyeyê ji sedî 38ê jinan rastî tundûtûjiyê tên.

Sala çûyî 438 jin li Tirkiyeyê hatine kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst