Girtiyê nexweş Abdulkadir Kuday roj bi roj ber bi mirinê ve diçe

09-09-2024
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Girtiyê nexweş Abdulkadir Kuday /Wêne: Rûdaw
Girtiyê nexweş Abdulkadir Kuday /Wêne: Rûdaw
Nîşan Abdulkadir Kuday Girtiyê Nexweş
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Girtiyê Kurd ê nexweş Abdulkadir Kuday 5 sal in nikara here nexweşxaneyê û roj bi roj ber bi mirinê ve diçe.

Rewşa girtiyên nexweş li zindanên Tirkiyeyê roj bi roj xerabtir dibe.

Li gorî amaran, derdora hezar û 500 girtiyên nexweş hene û beşek ji wan nikarin bi xwe xizmeta xwe bikin û pêwîstiyên xwe bi cîh bînin.

Ew dawîn dengê Abdulkadir Kudayê nexweş e ku li girtîgeha Metrîsê tê ragirtin.

Careke din ewê karibe digel malbata xwe bi rêya telefonê qise bike yan na, ne diyar e.

Ji ber ku ew girtiyekî nexweşiyeke giran e û li gorî hemû rapor û rewşê, mirin li dora wî diçe û tê.

Kûdayê ku nexweşê ALSê ye êdî bi rehetî nikare qise bike û malbata wî bi xof û guman, bêçare û destgirêdayî li hêviya berdana wî ye.

"Em dixwazin rojên xwe yên dawî li nav zarokên xwe derbas bike"

Salîh Kuday li ser rewşa birayê xwe wiha axivî:

Birayê min Abdulkadir 5 salan nekarî here cem bijîşkekî jî. Wekî tecrîteke dizî li ser wî heye.

Em dixwazin birayê me rojên xwe yên dawî li nava mala xwe di nava zarokên xwe de derbas bike.”

Bi hinceta çalakiyên Kobaniyê cezayê heta heyayê li hate birîn

Abdulkadîr Kuday xelkê Mêrdînê ye û di sala 2014an de bi hinceta ku beşdarî çalakiyên Kobaniyê bûye hate girtin û cezayê heta hetayê lê hate birîn.

Kuday di girtîgehê de nexweş ket û pêşî li nexweşxaneyê teşhîseke xelet lê hate kirin û di encamê de jî ji sedî 98 astengdar bû.

Demeke dirêj tedawiya wî nehate kirin. Kuday niha bi serê xwe nikare tiştekî bike û digel girtiyekî din yê astengdar tê ragirtin.

"Nikare xwarinê bixwe, ketiye bin 40 kîloyî"

Parêzer Vedat Ece rewşa muxwekîlê xwe wiha anî ziman:

"Niha rewşa herî lezgîn ya muwekîlê min Abdulqadir e. Nikare xwarinê bixwe. Ketiye bin 40 kîloyî.

Nikare were hevdîtina parêzerê xwe. Nikare biaxive. Nikare xwarina xwe daqurtîne.

Li gor ku Ergîn dibê tenê goşt li ser maye. Masûlkên wî bi temamî heliyane. Tenê goştê bedena wî maye."

Serokkomar serlêdana efûyê red kir

Bijîşkiya dadî û nexweşxaneyan ji bo Kuday rapor dabûn ku rewşa wî ji bo girtîgehê guncaw nîn e.

Sala çûyî serlêdan ji bo efûya wî hatibû kirin lê Serokkomarê Tirkiyeyê ew daxwaz red kiribû.

Abdulkadir Kuday niha daketiye bi 40 kîloyî û li keviya mirinê ye.

Ne tenê Kuday bi sedan girtiyên din yên nexweş jî di heman rewşê de ne.

"Dê kengî were berdan ne diyar e”

Seroka ÎHDyê ya Şaxa Stenbolê Gulseren Yoleriyê got, "Di vir de tişta herî girîng nezelalî ye.

Gelo ewê çend mehan bimîne. 3 meh an 6 meh an çi?

Dê kengî were berdan ne diyar e. Ji ber wê şirovekirina rewşê jî pêkan nîn e."

Hezar û 564 girtiyên nexweş hene

Li gorî agahiyên ku Komeleya Mafên Mirovan parve kirine, hezar û 564 girtiyên nexweş hene.

Ji wan rewşa 590 kesî giran û rewşa wan bo girtîgehan guncaw nîn e.

Dîsa li gorî ÎHDyê, di nava du salan de 94 girtiyên nexweş di girtîgehan de jiyana xwe jidest dane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst