Diyanet dê bi 8 zimanan xutbeyê bide: Kurdî dîsa nîne

08-12-2023
RÛDAW
Nîşan Serokatiya Karên Diyanetê yê Tirkiyeyê Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokatiya Karên Diyanetê yê Tirkiyeyê ragihand ku ew dê bi 8 zimanan xutbeyê bide lê cih neda zimanê Kurdî.

Serokê Karên Diyanetê yê Tirkiyeyê Alî Erbaş li ser hesabê xwe yê Xê daxuyanî da.

Li gorî daxuyaniyê, bi hevkariya Ofîsa Veguherîna Dîjîtal a Serokkomariyê, dê xutbeyên serokatiyê yên înê ûrojên  cejnê bi 8 zimanan li ser sîstema "e-Devlet"ê cih bigirin.

Di nav vêbijêrkên zimanan de Tirkî, Erebî, Almanî, Fransî, Îngilîzî, Spanî, Îtalî û Rûsî cih digirin lê zimanê Kurdî di nava vebijêrkan de cih negirt.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst