Xwenîşandanên Stenbolê: Li 819 kesan doz hat vekirin

08-04-2025
RÛDAW
Nîşan Xwenîşandan Stenbol Ekrem Îmamoglu Girtin Dozvekirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ragihand ku di xwenîşandanên CHPyê yên dijî girtina Ekrem Îmamoglu de 278 kes jî hatine girtin û li 819 kesan jî doz hatiye vekirin.

Serokê Berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê û namzedê CHPyê yê Serokkomariyê Ekrem Îmamoglu piştî ku 19ê Adarê bi tohmeta “alîkariya rêxistina PKKyê” û gendeliyê hat desteserkirin, 23yê Adarê ji lêpirsîna gendeliyê bi biryara dadgehê hat girtin û ji erkê xwe hat dûrxistin.

CHPyê piştî girtina Îmamoglu di serî de Stenbol li gelek bajarên Tirkiyeyê dijî girtina Îmamoglu xwenîşandan dan destpêkirin û gelek xwenîşander hatin desteserkirin û girtin.

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê îro di daxuyaniyekê de ragihand ku bi hinceta ku beşdarî xwenîşandanên CHPyê yên dijî girtina Ekrem Îmamoglu bûne, li 819 kesan de doz hatiye vekirin û niha 278 kes ji ber wan dozan hatine girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst