Li Kocaeliyê 197 koçber hatin dersînorkirin

07-07-2023
Mihemed Emîn Demir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Kocaeliyê ya Tirkiyê, 197 koçber hatin dersînorkirin û bo welatên wan hatin vegerandin.

Piştî hilbijartinên Tirkiyê zexta li ser koçberan li wî welatî gelek zêde bûye û hejmara koçberên têne dersînorkirin zêdetir bûye.

Parêzgariya Kocaeliyê ragihandiye, têkoşîna li dijî koçberiya neyasayî li sînorê wê parêzgehê bi awayekî çalak berdewam dike.

Li gor daxuyaniya parêzgariyê, di çarçoveya xebatên rêgirîkirina koçberiya neyasayî de, li Kocaeliyê û parêzgehên derdorê di operasyonên hêzên emnî de 197 koçber hatine desteserkirin û bo Navenda Paşde Vegerandinê ya Gundogduyê ya Îdareya Koçê ya Kocaeliyê hatin radestkirin.

Hatiye ragihandin ku her 197 koçber piştî karûbarên fermî hatine dersînorkirin û bo welatên wan hatine vegerandin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst