Li Tirkiyê xerciyên pasaport, noter û vîzeyê %50 hatin zêdekirin

07-07-2023
Zînê Cahîde Akgul
Nîşan Pasaport Noter Vîze Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi biryara Serokkomarê Tirkiyê xerciyên pasaport, noter  û vîzeyê %50 hat zêdekiirn û biryar di Rojnameya Fermî de hat belavkirin.

Biryara Serokkomarê Tirkiyê ya derbarê %50 zêdekirina xerciyên girêdayî Yasaya Xerciyan ya hejmara 492 de roja Înê 7ê Temûza 2023an di Rojnameya Fermî de hat ragihandin.

Li gor biryara hatiye belavkirin li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê xerciyên girêdayî Yasaya Xerciyan ku pasaport, noter, vîze, destûra kar, ruxsatname, diploma û xerciyên çûnûhatinê li xwe digre %50 hatine zêdekirin.

Herwiha "xerciya belgeya şofêrtiyê" derveyî vê biryarê hatiye girtin û ew xercî nehatiye zêdekirin.

Herwiha li gor biryareke din ku heman rojê di Rojnameya Fermî de hatiye belavkirin Baca Nirxê Zêdekirî (KDV) %18 bo %20î hatiye zêdekirin. Ligel vê yekê Baca Nirxê Zêdekirî ku ji bo çend xizmet û tiştan dihat cîbicîkirin jî %8 bo %10an hatiye zêdekirin. Ev biryar dê 10ê Temûzê bê cîbicîkirin.

Xerciya telefonên ji derveyî Tirkiyê tên kirîn jî bi zêdekirina %228an  ji 6 hezar û 19 lîreyan derketiye 20 hezar lîreyê Tirkî ku dike nêzîka 770 dolarê Amerîkî.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst