Mersîn (Rûdaw) – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dest bi telefonkirina namzedên xwe kir.
HDPê derbarê namzedên xwe de guhertinên dawî kir û dest bi agahdarkirina namzedên tekez bûyîn dike.
Ferhat Encu di komkûjiya Roboskî de birayek û 11 mirovên xwe winda kiribû, dê ji Şirnexê bibe namzedê HDPê.
Encu ji Rûdawê re diyar kir ji Navenda HDP telefona wî kirine ê ewê di Şirnexê rêza 3yemîm de bibe namzed.
Serokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Sosyalîst (PSD) Ridvan Turan dê li Adanayê ji rêza 1emîn bê xuyandin. Herwiha ji heman bajarî Hevseroka HDPê Meral Daniş dê ji rêza 2yemîn û parêzer Vedat Ozkan jî ji rêza 3yemîn weke namzed bên xuyandin.
Partiyên siyasî yên ku dikevin hilbijartina giştî ya parlementeriya Tirkiyeyê, divê lîsteyên xwe yên namzedan, îro heta saet 17:00ê radestî Desteya Hilbijartinê ya Bilind bikin.



.webp&w=3840&q=75)