Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku hevdîtinên şandeya DEM Partiyê ya Îmaraliyê yên li Parlamentoya Tirkiyeyê bi dawî bûn dê bi partiyên Kurdistanî re hevdîtin bike.
Şandeya DEM Partiyê piştî hevdîtina xwe ya li Îmraliyê bi CHP, Partiya DEVAyê û Partiya Yenîden Refahê re civiya.
Heyeta DEM Partiyê piştî hevdîtina bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re hevdîtinên xwe didomîne.
Şandeya DEM Partiyê ku ji Pervîn Buldan, Ahmet Turk û Sirri Sureyya Onder pêk tê ji aliyê Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel û şandeya CHPyê ve hat pêşwazîkirin.
Piştî hevdîtina DEM Partî û CHPyê, Serokê CHPyê Ozgur Ozel xwest ku li Parlamentoya Tirkiyeyê komisyoneke gotûbêjan bê avakirin.
"Pêwîstî bi xebata komisyoneke bi hêz heye"
Serokê CHPyê Ozgur Ozel wiha got, "Em dê piştgiriyê bidin hemû gavên ji bo rawestandina xwînê.
Ji niha û pê ve ji bo her pêngaveke ku dê bê avêtin, li Parlamentoyê bi beşdariya hemû aliyên siyasî pêwîstî bi xebata komisyoneke bi hêz heye.
Nêrîna me ew e ku lihevkirina civakî girîng e û dema karek tê kirin pêwîst e hemû hesasiyetên civakê li ber çavan bên girtin."
"Em amade ne piştgiriya diyalogan bikin"
Şanda DEM Partiyê piştî hevdîtina bi CHPyê re li navenda giştî ya DEVAyê ji aliyê Alî Babacan û berpirsên DEVAyê ve hate pêşwazîkirin.
Alîkarê Serokê Partiya DEVAyê Mehmet Emîn Ekmen jî ku endamê şandeya hevdîtinê bû ji Rûdawê re aşkere kir ku ew jî amade ne piştgiriya diyalogan bikin.
"Em hêvî dikin vêcare pêvajo serkeftî be"
Alîkarê Serokê Partiya DEVAyê Mehmet Emîn Ekmen wiha anî ziman:
"Her pêngaveke ku li Tirkiyeyê zemînê demokrasiyê bi hêz bike û pirsgirêkan çareser bike em dê piştgiriyê lê bikin.
Em hêvî dikin ku pêvajoya beriya niha hatiye ceribandin û bi ser neketiye vê carê bi serkeftî bibe."
Şandeya DEM Partiyê dê bi partiyên Kurdistanî re jî bicive
Şandeya DEM Partiyê herî dawî li Parlamentoyê bi şandeke Partiya Jinûve Refahê re jî civiya.
Sirrî Sureyya Onder ji Rûdawê re ragihand ku ew dê rojên pêş bi partiyên Kurdistanî re jî bicivin.
Şand biryar e roja înê jî here seredana hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse