Şandeya DEM Partiyê bi partiyên siyasî re civiya

Duh li 08:26
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan DEM Partî Partiyên Siyasî Ocalan PKK Îmrali
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Şandeya DEM Partiyê ya ji Pervîn Buldan, Sirri Sureyya Onder û Ahmet Turk pêk tê piştî hevdîtina bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re hevdîtinên xwe yên bi partîiyên siyasî re didomîne.

DEM Partî bi Partiya Paşerojê, AK Partî û Partiya Saadetê re civiya.

Hevdîtina DEM Partî û AK Partiyê saetek û 20 xulekan berdewam kir.

Piştî hevdîtinê Serokê Koma AK Partiyê Abdullah Guler daxuyanî da rojnamegeran û got, "Me bi awayekî semîmî û erênî sohbet kir, me fikrên xwe ji hev re gotin."

Şanda DEM Partiyê li gel şandeyeke Partiya Paşerojê û serokê wê Ahmet Davutolgu civiya.

Piştî civînê parlamenterekî Partiya Paşerojê ji Rûdawê re ragihand ku Davutoglu amade ye bi ezmûn û tecrubeya xwe piştirgiya vê pêvajoyê bike.

"Pêwîst e her kes li gotinên xwe hişyar be"

Alîkarê Serokê Partiya Paşerojê Kanî Torun wiha axivî:

"Sedemên navxweyî û yên derve hebûn ku di dema xwe de pêvajo tek çûbû.

Bi giştî li ser van hate axavtin lê ez dikarim bêjim ku bi giştî di rewşên wiha de, derûniya pêvajoyê girîng e. Di vê mijarê de şîret hatin kirin.

Hat gotin ku ji bo ku pêvajo ber bi qonaxên erênî ve biçe pêwîst e her kes li gotinên xwe hişyar be û divê zimanekî erênî bê bikaranîn."

Şandeya DEM Partiyê li Parlamentoya Tirkiyeyê  bi şandeyeke AK Partiyê ku ji Abdullah Guler, Efkan Ala, Ozlem Zengîn û Omer Çelîk pêk hatibû civiya.

Wezîr û parlamenterê berê yê AK Partiyê Mehdî Eker jî got ku "Piştî pêvajoya çareseriyê heta niha tenê bêhnvedanek hebû lê niha pêvajoyê careke din dest pê kiriye."

"Erdogan bi biryar û xwedî îrade ye"

Wezîr û parlamenterê berê yê AK Partiyê Mehdî Eker got:

“Recep Tayyîp Erdogan bi cesaret û mêranî û mêrxasiya xwe, ji destpêka ku hatiye ser kar wate ji sala 2002yan heta niha 23 sal in di vê mijarê de bi biryar û xwedî îrade ye.

Ew hinek gavan diavejê û disekine bêhna xwe dide û careke din dest pê dike."

Şandeya DEM Partiyê herî dawî çû seredana Partiya Saadetê.

Endamekî Kurd ê Desteya Giştî ya Birêvebiriya Saadetê jî ji aliyên siyasî xwest ku nabe mijara gotûbêjan tenê PKK û Ocalan be û divê mafên Kurdan jî bêne axavtin.

"Mesele ne PKK û Ocalan e, Kurd mafên xwe dixwazin"

Endamê Birêveberiya Giştî ya Partiya Saadetê Muhammed Sabir Firat jî got, "Miletê Kurd nêzîkî 100 sal in bin dest e.

Mafê xwe dixwaze, mafê urfî dixwaze, mafê zimanê xwe dixwaze, mafê xwe yê qanûnî dixwaze.

Îro pêwîst e behsa wan bê kirin. Mesele ne mesela PKKyê ye, mesele ne meseleya azadiya Ocalan e."

DEM Partî dê bi Partiya û DEVA, CHP û Partiya Yenîden Refahê re jî bicive.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst