Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê di heyama 2 hefteyan de 22 kes bi alkola sexte mirin.
Li Tirkiyeyê ev demek e alkola sexte û mirinên ji ber alkola sexte di rojevê de ne.
Li navçeyên Fatîh û Sultangaziyê yên Stenbolê polîsan îro bi ser cihên ku alkola sexte li wan tê çêkirin de girt û dest danî ser 516 şûşeyên alkola sexte.
Her wiha kesek jî ji ber alkola sexte hat desteserkirin.
Tîmên Navenda Ewlehiyê ya Stenbolê her îro li Taxa Yaylayê ya navçeya Sultangaziyê jî bi ser cihekî ku alkola sexte çêdike de girt û wan dest danî ser 215 şûşe û 50 lître alkola sexte.
Her wiha li Taxa Kocamustafapaşayê ya navçeya Fatîhê jî polîsan bi ser cihekî çêkirina alkola sexte de girt û wan dest danî ser 301 şûşeyên alkola sexte.
Polîsan li Taxa Kocamustafapaşayê jî kesek desteser kir.
22 kes mirin û 24 kes jî tên dermankirin
Divê were gotin ku li Stenbolê di heyama 2 hefteyên borî de 22 kes ji ber alkola sexte mirine û 24 kes jî li nexweşxaneyan tên dermankirin.
Di vê heyamê de li navçeyên Şîşlî, Beyoglu, Fatîh, Kagithane, Esenyurt, Sultangazî, Bakirkoy, Uskudar û Umraniyeyê 46 kesên ku bi alkolê bi jehrê ketine çûne nexweşxaneyan.
Ji wan 22 kes mirine, 7 kes piştî dermankirinê çûne malên xwe û 17 kes jî li nexweşxaneyan tên dermankirin.
Di oparasyonên rûbirûbûna alkola sexte de jî 19 gumanbar hatine desteserkirin û ji wan 10 kes bi biryara dadgehê hatine girtin, 6 kes jî bi mercê kontrola edlî bi giştî 9 kes hatine berdan.
Ji ber baca ku li ser alkolê tê zêdekirin û bihabûna alkolê, hilberîna alkola sexte jî li Tirkiyeyê zêde dibe.
Dewlet, hem Baca Bikaranîna Kelûpelên Taybet û hem jî Baca Bihayê Zêdekirî ji vexwarinên alkolê distîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse