Kesekî ji Kobaniyê nêzîkî 9 mehan e li Stenbolê winda ye

05-11-2023
RÛDAW
Welatiyê ji Kobaniyê Hecî Mihemed Nebo
Welatiyê ji Kobaniyê Hecî Mihemed Nebo
Nîşan Kobanî Windabûn Stenbol
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Welatiyekî ji bajarê Kobaniyê ev nêzîkî 9 mehan e li bajarê Stenbolê wenda ye.

Welatiyê ji Kobaniyê Hecî Mihemed Nebo di karên avahîsaziyê de dixebitî.

Hecî Mihemed Nebo li Stenbolê kar seramîkan dikir û bêyî ti pirsgirêkeke wî hebe karê xwe berdewam dikir lê berî nêzîkî 9 mehan, serê sibehê diçe ser karê xwe û venagere.

Malbata wî dibêje wan ji hemû nexweşxane, navendên polîsan pirsa wî kirine lê ti bersiv wernegirtine.

Birayê Hecî Mihemed Nebo, Ebdilselam Nebo ji Kobaniyê bû mêvanê Rûdawê û bersiva pirsên Dilbixwîn Dara da.

Ebdilselam Nebo li ser windabûna birayê xwe got:

“Em gelekî pê ketin, me li her derê pirsî lê me nedît. Ew neçûye derve jî.

Em texmîn dikin ku ew hatiye girtin. Me parêzer jî girtin lê heta niha ti zanyarî li ser wî nînin.”

Malbat bi rêya Rûdawê bangî her kesekî ti agahiyekê li ser wî bizanibe dike ku wan bi rêya van hejmarên telefonan agahdar bikin:

+963 991 52 78 88

+963 996 23 48 78

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst