Konseya Navneteweyî ya Medyayê: 'Rûdaw dezgeha herî zêde ya cihê baweriyê ye'

1 demjimêr berê
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Nîşan Konseya Navnetewî ya Medyayê Rûdaw Medya
A+ A-

Antalya (Rûdaw) - Alîkara Serokê Konseya Navnetewî ya Medyayê Bennan Kepsutluyê got, "Rûdaw li herêmê wekî dezgeha xwedî baweriyê tê naskirin."

Li bajarê Antalyayê bi destpêşxeriya Konseya Navnetewî ya Medyayê koxebatek hate lidarxistin.

Di komxebetê de nûnerên 53 welatan amade bûn.

Her wiha Di komxebatê de mijara teknolojiya nû, medyaya dijital û di demên şer de hewlesta medyayê hate gotûbêjkirin.

Mêvanên korbendê jî bi girîngî behsa karên Rudawê kirin.

"Îsal hejmara medyaya Erebî zêde ye"

Nunerê Rojnameya Mekkeyê ya Erabistana Suudiyê Ahmed Halabî got:

“Îsal hejmara medyaya Erebî zêde ye. Uman û Urdun jî hatine.

Salan borî tenê Îraq û Urdin hebûn isal maşalah Îraq, Urdun, Uman û 4 heta 5 welatên din jî beşdar in."

"Pêwîst rojnameger bipêşketinên teknolojîk ji nêzve bişopînin"

Nûnerê Ajansa Fermî ya Urdunê Majdî Tall wiha anî ziman:

"Pêwîst e wekî rojnameger bipêşketinên teknolojîk ji nêzîk ve bişopînin.

Ez hatime vî temenê xwe û 30 sal in ez rojnameger im û ez beşdarî kursan dibim ku xwe bi pêş bixim. Karên wesa ji bo me gelekî baş in."

Tora Medyayî ya Rudawê jî ji bo komxebata konseya navnetewî ya medyayê bi fermî hate vexwandin.

Beşdarên komxebatê bi girîngî behsa karên Rûdawê bi taybetî jî Rûdaw Dijîtalê kir.

Karên Rûdawê heman demê wekî nimûne hatin nirxandin.

"Rûdaw li herêmê wekî dezgeha xwedî baweriyê tê naskirin"

Alîkara Serokê Konseya Navnetewî ya Medyayê Bennan Kepsutluyê li ser karên Rûdawê wiha got:

Rûdaw di demeke kurt de li heremê bû yek ji dezgehên herî bi bandor.

Ev yek jî ne tenê bi rêya televîzyona xwe heman demê bi rêya dijital medyayê jî kir.

Bi weşana xwe ya pirzimanî li heremê wekî dezgehê herî zêde xwedî  bawerî tê nas kirin."

"Rûdaw weşaneke gelekî bi kalîte û bêalî dike"

Rojnameger Ahmet Kulekçî wiha anî ziman:

"Rûdaw a rastî weşaneke gelekî girîng, bi kalîte, bêalî dike. Ev helwesteke gelekî cidî ye.

Ez wekî kesekî xelkê vî welatî ji dil û can piştirgiya karên we dikim.

Rûdaw karê medyayê bi tîmên xwe yên serkeftî pêk tîne û di medyaya dijital de jî hêza xwe îspat kiriye."

Konseya Navnetewî ya Medyayê sala 2019an bi biryara Serokkomarê Tirkiyeyê hate damezrandin û heta niha li 75 welatan nûnerayetiya wê heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst