Erdogan li ser Kerkûkê daxuyaniyeke nû da

05-09-2023
RÛDAW
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan Kerkûk Amerîka Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Erdogan li ser aloziyên li Kerkûkê got, “Em ji wê yekê bawer dikin ku di serî de li bajarê Kerkûkê li navçeyê rêya çareseriya herî rast, bi tendurist û mayînde di avakirina îdareyek wiha de ye ku demografiya navçeyê li ber çavan digire.”

Kabîneya hikûmeta Tirkiyê, li Enqerê bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan civiya.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan piştî civînê daxuyaniyek da çapeniyê û derbarê naveroka civînê de axivî.

“Înada Rejîma Sûriyeyê aloziyên li navçeyê kûrtir dike”

Serokkomarê Tirkiyê derbarê Sûriyê de jî rejîma Esad bi yekê tohmetbar kir li şûna ku bibe beşek ji çareseriyê bi xwe bûye beşek ji pirsgirêkê û înada wî ya li ser vê helwestê li navçeyê aloziyan kûrtir dike.

Di rojeva kabîneya Tirkiyeyê de hevdîtina Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, mijarên aborî û geşedanên navxweyî û herêmî hebûn.

Erdogan ameje bi aloziyên li Kerkûkê da û ragihand ku di serî de li bajarê Kerkûkê li navçeyê rêya çareseriyeke mayînde û rast di avakirina rêveberiyek wiha de ye ku rewşa demografiyê li ber çavan digire.

“Me li Sûriyeyê jî çendîn car hişyarî daye Amerîkayê”

Recep Tayîp Erdogan behsa pêşhatên dawî yên li beşek ji navçeyên Sûriyê jî kir û got:

“Me li Sûriyê jî çendîn car hişyarî daye Amerîkayê ku hevkariyê ligel rêxistina dabeşker neke.

Eger li ser vê helwesta xwe berdewam bike dê di siberojê de hem berjwendiyên wê û hem jî navçe zererê bibîne.

Jixwe pêşhatên di rojên dawî de çêbûne bi eşkere nîgeranî û mafdarbûna me piştrast dikin.”

Serokkomarê Tirkiyê derbarê rewşa Sûriyê û krîza wê de jî rejîma Esed bi yekê tohmetbar kir ku li şûna ku bibe beşek ji çareseriyê bi xwe bûye beşek ji pirsgirêkê û înada wê li ser vê helwestê li navçeyê aloziyan kûrtir dike.

Erdogan amaje bi rewşa aboriya Tirkiyê û zêdebûna rêjeya enfilasyonê jî da û ragihand ku divê ew rûbirûbûneke bihêztir ligel enfilasyon û bihabûna nirxan bikin.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan wiha axivî:

“Di demekê de ku em ewlehiya sînorên xwe diparêzin, em di heman demê de di nav liv û tevgereke wiha de ne ku li navçeyê hevsengiyê diparêze.

Em bi vî awayî li wan nîqaşên li Iraqê jî dinêrin ku navenda wan li Kerkûkê destpêkirine.

Em ji wê yekê bawer dikin ku di serî de li bajarê Kerkûkê li navçeyê rêya çareseriya herî rast, bi tendurist û mayînde di avakirina îdareyek wiha de ye ku demografiya navçeyê li ber çavan digire.

Me li Sûriyê jî çendîn car hişyarî daye Amerîkayê ku hevkariyê ligel rêxistina dabeşker neke.

Eger li ser vê helwesta xwe berdewam bike dê di siberojê de hem berjwendiyên wê û hem jî navçe zererê bibîne.

Jixwe pêşhatên di rojên dawî de çêbûne bi eşkere nîgeranî û mafdarbûna me piştrast dikin.

Înada rejîmê ya ku ne beşeke çareseriyê lê beşeke ji pirsgirêkê bi xwe ye, aloziyên li navçeyê kûrtir dikin.

Em wek Tirkiye bi biryar in li ser xebatên xwe yên ji bo pêkanîna çareseriyeke mayînde ya li ser bingehên yekitiya axa Sûriyê û  demografiya rasteqîne ya etnîkî û mezhebî ya navçeyê li ber çavan digire berdewam bin.

Amerîka, Rûsya, Îran û Rejîm jî di nav de em bang li hemû aliyên ku li ser grûbên li navçeyê xwedî bandor in dikin ku li gor vê arasteyê hewildanên xwe bikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst