Bi gopal bi rê ve diçe: Hevjîna xwe û kurê xwe kuştin

05-03-2024
Nîşan Kalemêr Kuştin Hevjîn Kur
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Enqereyê Metîn Çîmenê 77 salî yê ku bi gopal bi rê ve diçe, hevjîna xwe û kurê xwe bi demançeyê kuştin.

Bûyerê doh li Enqereya paytexta Tirkiyeyê rû da.

Metîn Çîmen rahişt gopalê xwe û çû dikanê.

Piştî ku nan kirî û vegeriya di navbera wî û hevjîna wî Sabîha Çîmen (71) û kurê wî Sînan Çîmen (31) de nîqaşek çêbû.

Kalemêrê 77 salî piştî ku nîqaş gur bû hevjîna xwe û kurê xwe dan ber guleyan.

Her duyan di cih de canê xwe ji dest da û Metîn Çîmen xwe radestî polîsan kir.

Li gorî nûçeya DHAyê, Metîn Çîmen di îfadeya xwe de daye zanîn ku hevjîna wî û kurê wî tim bi darê zorê mûçeyê wî jê distand.

Çîmen gotiye ku wan dîsa xwestiye mûçeyê wî jê bistînin û ew jî hêrs bûye û ew kuştine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst