MAZLUMDER: Koçber li navendên vegerandinê rûbirûyî tundiyê dibin

04-09-2024
RÛDAW
Nîşan MAZLUMDER Koçber Navendên Vegerandinê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komeleya Mafên Mirov û Hevkariya Ji Bo Mezlûman (MAZLUMDER) ragihand ku li navendên vegerandinê yên koçberan, li dijî biyaniyan binpêkirinên neyasayî tên kirin.

MAZLUMDERê Rapora Pirsgirêkên li navendên vegerandinê yên Îdareya Koçê ya Tirkiyeyê eşkere kir.

Li gorî rapora MAZLUMDERê li navendên vegerandinê pirsgirêkên serekî helwesta xirab, kêmasiyên parastina hiqûqî û binpêkirinên mafên bingehîn in.

Di raporê de hatiye nivîsîn, “Li navendên vegerandinê şertên ne mirovî yên ku koçber rûbirûyî wan dibin nayên belgekirin û li van navendan bi awayekî baş venêrîn nayê kirin."

“Koçber rûbirûyî tundûtûjî û miameleya xirab dibin”

Di raporê de li ser tundûtûjî û miameleya xirab a li hemberî koçberan wiha hatiye nivîsîn:

“Koçberên li navendên vegerandinê dimînin berdewam rûbirûyî tundûtûjî û miameleya xirab dibin.

Li gorî salên dawî kiryarên nemirovî yên wekî tundûtûjiya fîzîkî, gef, heqaret û heqaretan zêde bûne.

Kiryarên kêfî yên karmendên ewlehiyê û karmendên saziyê ewlehiya mirovên li van navendan dixin metirsiyê.

Ji ber mekanîzmayeke kontrolê nîne miameleyên xirab û bûyerên tundûtûjiyê yên li van navendan zêde dibin.”

Li gorî raporê, şertên fîzîkî yên navendên vegerandinê ne baş in û koçber li cihên gelekî qerebalix tên girtin.

“Hinek koçber rûbirûyî şkenceyê dibin”

Di raporê de behsa şertên xirab ên navendên vegerandinê hatiye kirin û hatiye gotin:

“Li navendên vegerandinê di dabînkirina pêwîstiyên mirovî yên bingehîn de kêmasiyên mezin hene.

Bidestxistina xwarinê, ava paqij, alîkariya bijîşkî û kelûpelên paqijiyê zehmet e. 

Ev kêmasî bi taybetî ji bo nexweş, kal û pîr û zarokan dibe sedema pirsgirêkên tenduristiyê.

Gihiştina gelek koçberan a xizmetên tendirustiyê tê astengkirin û car car jî bi ti awayî rê nayê dayîn.

Îdiayên bihêz hene ku hinek koçber rûbirûyî şkenceyê dibin. Belgeyên vegerê bi zorê bi koçberan didin îmzekirin û zext li wan tên kirin.

Dema îmze nakin tundûtûjiya fizîkî û cezayên din li ser wan tên ferzkirin û gef li wan tê xwarin.

Îdiayên şkenceyê cidî ne û ev îdia bi awayekî bibandor nayên vekolîn."

Li gor raporê, her wiha rê nayê dayîn ku koçber alîkariya hiqûqî wergirin û hevdîtina wan a li gel parêzeran tê astengkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst