Pêşmergeyekî berê li Îzmîrê simîtan difiroşe

04-06-2024
Pêşmergeyekî berê li Îzmîrê simîtan difiroşe / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Pêşmergeyekî berê li Îzmîrê simîtan difiroşe / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Pêşmerge Îzmîr Simîtfiroş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Pêşmergeyê berê Mehmet Sîraç Kaya li parêzgeha Îzmîrê ya Tirkiyeyê simîtan difiroşe.

Îzmîr yek ji wan bajarên Tirkiyeyê ye ku bi sed hezaran Kurd lê dijîn.

Kurdên li Îzmîrê bandorê li hemû qadên jiyanê dikin û di jiyana rojane ya Îzmîrê de gelekî çalak in.

Îzmîra ku mazûvaniya bi sed hezaran Kurdan dike gelek çîrokên gelekî balkêş jî dihewîne.

Yek ji van çîrokan jî çîroka Pêşmergeyê berê Mehmet Sîraç Kaya ye.

Nûçegîhanê Rûdawê Şewket Herkî li Îzmîrê da dû şopa Mehmet Sîraç Kaya û çîroka wî veguhast.

Kurdên Bakurê Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê di serdemên cuda de bûne Pêşmerge beşdarî şoreşên Herêma Kurdistanê bûne.

Yek ji wan kesên ku ji Bakurê Kurdistanê wekî Pêşmerge hatiye Herêma Kurdistanê jî Mehmet Sîraç Kaya ye.

Mehmet Sîraç Kaya bi eslê xwe ji parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê ye.

Mehmet Sîraç Kaya niha li Îzmîrê li ber bufeyekê simîtan difiroşe û debara xwe dike lê ew dibêje Kurdistan hîn her di bîr û xeyala wî de ye.

Mehmet Sîraç Kaya li nava Kurdên Îzmîrê gelekî tê naskirin û Kurd gelekî jê hez dikin.

Mehmet Sîraç Kaya anî zimên ku ew 8 salan Pêşmerge bûye û wî li her çar parçeyên Kurdistanê ji Kurdan re xizmet kiriye.

“Serxwebûna Kurdistanê xeyala me ye”

Kaya piştî 8 salan jiyana Pêşmergetiyê careke din vedigere Bakurê Kurdistanê û ji wir jî koçî Îzmîrê dike.

Mehmet Sîraç Kaya li ser serboriya jiyana xwe ya Pêşmergetiyê û xizmeta ji Kurdan re wiha got:

“Ev 45 sal in li xerîbiyê me. Dilê me, xeyala me bi Kurdistanê re ne. 

Serxwebûna Kurdistanê xeyala me ye. Belkî em dûr bin lê ew her di dilê me de ye.

“Ji min re serbilindî ye”

Min Kak Mesûd û Mam Celal, Şêx Izedîn Huseynî ji nêzîk ve nas kirin. Ew ji bo min serfirazî ye.

Ez şanaz im ku min ew ji nêzîk ve nas kirin.

Ji min re serbilindî ye ku min ji bo her çar parçeyên Kurdistanê xizmet kiriye û min her çar parçe dîtine û li wan parçeyan ji Kurdan re xizmet kiriye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst