DFG: 57 rojnameger girtî ne û 280 rojnameger jî tên darizandin

04-01-2024
RÛDAW
Nîşan Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Rojnameger
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) ragihand ku li Tirkiye Bakurê Kurdistanê 57 rojnameger girtî ne û 280 rojnameger jî tên darizandin.

Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglu jî di nav rojnamegerên girtî de ye.

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) encamên rapora xwe ya derbarê binpêkirinên ku sala 2023yan li dijî rojnamegeran û medyayê hatine kirin bi daxuyaniyeke çapemeniyê belav kir.

Li gorî raporê sala 2023yan li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 36 rojnameger rastî êrişan hatine, hêzên ewlehiyê bi ser malên 43 rojnamegeran de girtiye, 119 rojnameger hatine desteserkirin û 36 rojnameger jî hatine girtin.

Di raporê de hat destnîşankirin ku 2023yan 64 rojnameger rastî miamelaya xirab bûne, 38 rojnameger an gef li wan hatiye xwarin an jî ji wan hatiye xwestin ku sîxurtiyê ji dewletê re bikin.

110 rojnameger di karê xwe û şopandina nûçeyan de rastî astengiyan hatine û 37 rojnameger jî li girtîgehan rastî binpêkirinên mafên mirovan bûne.

“Darizandina 280 rojnamegeran berdewam dike”

Di beşeke din a raporê de amaje bi binpêkirinên ramanê û azadiya raderbirînê yên li dijî rojnamegeran jî hatiye dayîn û tê gotin:

“Derbarê 75 rojnamegeran de lêpirsîn hat destpêkirin. Derbarê 66 rojnamegeran de jî doz hat tomarkirin û 44 rojnamegeran ceza wergirtin.

Bi giştî ji bo rojnamegeran 48 sal 9 meh û 14 roj cezayê girtîgehê û 147 hezar û 486 lîre cezayê pere hatiye dayîn.

Darizandina 280 rojnamegeran berdewam dike û rojnameger 821 caran derketine pêşberî dadwer.

Hejmara rojnamegerên girtî 57 e û 58 rojnameger ji karê xwe hatine dûrxistin.”

Di raporê de amaje bi wê yekê hatiye dayîn ku rojnamegereke girtî Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglu ye.

Dîcle Muftuoglu 25ê Nîsana 2023yan di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Amedê de hatibû desteserkirin û ji wê demê ve girtî ye.

“RTUKê derbarê 112 nûçeyan de qedexeya weşanê daye”

DFGyê di berdewamiya rapora xwe de behsa beşek ji cezayên ku ji bo rojname, kanalên televîzyonê û  hejmarek malperên nûçeyan hatine dayîn jî kir û got:

“Desteya Bilind a Radyo û Televîzyonê ya Tirkiye (RTUKê) ji bo 68 weşanan 84 ceza dane. Derbarê 112 nûçeyan de qedexeya weşanê daye.

83 malperên înternetê hatine girtin, derbarê 7 hezar û 106 nûçeyan de biryara astengkirina ragihandinê hatiye dayîn û 3 hezar û 761 parvekirinên medyaya civakî hatine astengkirin.”

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) herî dawî anî ziman:

“Di 2023yan de ji sansurê heta astengkirina nûçeyan bigirin heta zextên li ser sazî û dezgehên medyayê rojnameger hatin çewisandin lê wan paş ve gav neavêtin û karê rojnamegeriyê bêhtir bi pêdagirî û bi îstiqrar pêk anîn.

Em bi dilekî rehet dikarin bêjin vê berxwedana rojnamegeran ya li dijî êrişan mohra xwe li bin geşedanên salê dan.

Di serî de kedkarên çapameniya azad û rojnamegerên xwedî nirx û rûmeta rojnamegeriyê li dijî van êrişan awirê pênûsên xwe, wênekêşên xwe ji ser heqîqetê nedan alî û destûr nedan kesekî ku rastiyê binixumîne.

Di van rojên ku em ketin sala nû ya 2024an de hêviya me ew e ku di serî de Hevseroka Komeleya me Dîcle Muftuoglu û hemu rojnameger azad bin û bi hêsanî kar û xebata xwe ya rojnamegeriyê pêk bînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst