Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber ku di Newroza 2018ê de li bajarê Antalya yê Tirkiyê stranên Kurdî gotine, derbarê 12 xwendekaran de lêpirsîn hat vekirin. Di nav 4 kesên hatine girtin de, xwendekarekî bi nexweşiya penceşêrê ya kolonê jî heye.
Serdozgeriya Komarê ya Antalyayê, bi îdiaya “endambûna rêxistinê” derbarê 12 xwendekarên zanîngehê de îdîaname amade kir.
Li gor zanyariyan, 4 ji wan xwandekaran girtî ne û xwendekarê bi navê Devrim Ayik jî bi nexweşiya penceşêrê ya kolonê ketiye.
Îdîaname ji aliyê 10emîn Dadgeha Cezayên Giran a Antalyayê ve hatiye qebûlkirin û rûniştina yekem a dadgehê jî 8ê Çileya 2020ê hatiye destnîşankirin.
Li gor medyaya Tirkiyê, dozger stranên Kurdî wek endambûna rêxistinê pêşan dane ku di Newroza 2018ê de li Antalyayê gotine. Dozger axaftinên xwendekaran ên bi telefonê jî xistine nav îdîanameyê.
Herwiha di îdîanameyê de strana Kurdî ya bi navê “Mervano” ku xwendekaran li seyranê gotine û wêneyê Haci Lokman Birlikê ku li Taxa Dîcle ya Şirnexê bi birêndarî bi otomobîleke zirxpoş ve hatibû girêdan û bi erdê de dixişikandin jî wek tawan hatine pêşandan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse