Dêya wî bûbû sembol: Yusufê biçûk canê xwe ji dest da

03-10-2023
Nîşan Yusuf Kerîm Sayin Mirin Penceşêr Gulten Sayin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Yusuf Kerîm Sayin ji ber nexweşiya penceşêrê canê xwe ji dest da.

Dêya Yusuf, sembola wan zarokan bû ku dayikên wan girtî ne.

Yusuf Kerîm Sayinê 6 salî bi cureyeke nexweşiya penceşêrê re “Ewîng Sarcoma” têdikoşiya.

Dêya Yusuf, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibû darizandin û 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.

Ji bo dê û zarok bigihêjin hev siyasetmendaran, hunermendan û raya giştî jî hewl dabû.

Yusuf Kerîmê ku ji sedî 20 şansê wî yê başbûnê hebû, li nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Çapa ya Zanîngeha Stenbolê dihat dermankirin.

Agahiya mirina Yusuf, ji aliyê Platforma Girtiyên Nexweş ve hat ragihandin.

Platforma Girtiyên Nexweş di daxuyaniya xwe de got:

“Qanûn 5ê Nîsana 2023yan di rojnameya fermî de hatibû parvekirin lê dîsa jî dêya Yusuf dereng hatibû berdan.

Laşê biçûk ê Yusuf êdî nekarî li hemberî nexweşiya penceşêrê li ber xwe bide. Serê me hemûyan sax be.”

“Me zarokekî rûken winda kir”

Parlementerê Partiya Çepên Kesk ê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglu li ser hesabê xwe yê medyaya civakî got:

“Me zarokekî rûken winda kir. Me nekarî Yusuf Kerîm xilas bikin û wî canê xwe ji dest da.

Wî gelek êş dikişandin. Wekî çûkekî firiya û çû, Yusuf êdî bû ferişte. Xweda bi rehma xwe şa bike. Gelek êş bi Yusuf, dê û bavê wî dan kişandin.

Ez bi bavê wî Suleyman Beg re axivîm. Cenaze dê li Sakaryayê were binaxkirin. Xweda sebrê bide malbata wî û raya giştî.”

Di pêvajoya dermankirina Yusuf Kerîm Sayin de, dêya wî Gulten Sayin di girtîgehê de bû.

Ev rewş rastî bertekên mezin hatibû. Banga raya giştî ya “Bila Yusuf Kerîm bigihêje dêya xwe” bê bersiv nema.

Wezareta Dadê, pêşnûmaqanûneke ji bo girtiyên jin ên ku “zarokên wan ji 18 salî biçûktir in û hewceyî lênêrînê ne” yan jî “nexweşên giran in” amade kiribû.

Ji bo ev qanûn pêk were, pêwîst e cezayê girtî kêmî 10 salan be.

Li gorî pêşnûmayê, dê înfaza girtiyan tenê heya salekê were taloqkirin.

Ev qanûn di nava raya giştî de wekî “Madeya Yusuf Kerîm” dihat zanîn.

Piştî kû qanûn li Parlamentoya Tirkiyeyê hat erêkirin dêya Yusuf, Gulten Sayin hatibû berdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst