Stenbol: Ciwanekî Kurdê Êzidî hate desteserkirin

03-08-2023
RÛDAW
Nîşan Kurd Êzidî Stenbol Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê li Stenbolê ciwanekî Kurdê Êzidî desteser kir.

Tora Çalakvanên Efrînê ragihand ku ciwanê Kurdê Êzidî yê bi navê Xerîb Hisên Sîdo li Stenbolê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye desteserkirin.

Xerîb Hisên Sîdoyê 22 salî ji gundê Bafelûnê yê nahyeya Şerayê ya Efrînê ye.

Tora Çalakvanên Efrînê da zanîn, dema ku Xerîb Hisên Sîdo ji karê xwe vedigeriya hatiye desteserkirin.

Tora Çalakvanên Efrînê diyar kir hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê bêyî ku sedemekê nîşan bidin Xerîb Hisên Sîdo desteser kiriye.

Tirsa xizmên Xerîb Hisên Sîdo heye ku wî li Idlibê radestî grûpên çekdar bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst