Ji ber deyn elektrîka 356 hezar û 488 aboneyan hatiye qutkirin

02-12-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê Fatih Donmez ragihand ku di sala 2021ê de li ji ber faturayên xwe nedane elektrîka 356 hezar û 488 aboneyan hatiye qutkirin.

Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê bersiva pirsyarnameya Parlamenterê CHPê Sezgin Tanrikulu da ku pirsî bû ka hejmara aboneyên elektrîka wan hatiye qutkirin çiqas e.

Fatih Donmez diyar kir ku sala borî ji ber faturaya elektrîkê nedane, elektrîka 356 hezar û 488 aboneyan hatiye qutkirin û bi hejmara 107 hezar û 621 aboneyan herî zêde jî li parêzgeha Kayseri ya Tirkiyê bûye. Li parêzgeha Enqerê jî elektrîka 37 hezar û 415 aboneyan hatiye qûtkirin.

Lê Parlamenterê CHPê îdîa dike ku hejmara aboneyên elektrîka wan hatiye qutkirin ji vê hejmara hatiye diyarkirin zêdetir e.

Li gor daxuyaniya Donmez, li parêzgeha Stenbolê di nav salekê de elektrîka 29 hezar û 85 kesan ji ber deyn hatiye qutkirin. Li gor lîsteya Donmez eşkere kiriye heman demê li parêzgehên wek Edirne, Aksaray, Karaman, Bayburt, Balikesir, Kirşehir, Kilis, Konya, Nevşehir, Nigde,Tokat, Yalova, Yozgat, Bursa, Çanakkale yên Tirkiyê û parêzgehên Bedlîs, Erdexan, Erzîngan, Erzerom, Qers, Sêwaz, Wan, Idir û Agirî yên Bakurê Kurdistanê  jî elektrîka ti aboneyan nehatiye qutkirin.

Parlamenterê CHPê Sezgin Tanrikulu derbarê mijarê de da zanîn ku wî ligel Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê Fatih Donmez mijar gotûbêj kiriye û got, hejmara rast a aboneyên ku elektrîka wan hatiye qutkirin tê veşartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst