Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Aksarayê yê Tirkiyeyê otobûsa rêwiyan a Cizîrê wergeriya û di encamê de 22 kes birîndar bûn.
Bûyer îro demjimêr 13:00an li ser rêya navbera Enqere û Nigdeyê, li nêzîkî gîşeyên Alayhanê çêbû.
Otobûs ji Enqereyê diçû Cizîrê
Otobûsa rêwiyan a Cizîrê ji Enqereyê ber bi Cizîrê ve diçû.
Şofêrê otobûsê kontrola wê ji dest da û otobûs wergeriya.
Di encama wergerînê de yek jê bi giranî 22 kes birîndar bûn.
Tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, AFAD û tîmên ewlehiyê ji bo cihê bûyerê hatin şandin.
Tîmên tenduristiyê li cihê bûyerê midaxeleya destpêkê kir û birîndar bi ambulansan veguhastin nexweşxaneyên herêmê.
Hat ragihandin ku li ser bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin.



