Hilbijartinên 31ê Adarê: 6 kes hatin kuştin, 62 kes hatin birîndarkirin

02-04-2024
Nîşan Muxtarî Kuştin Birîndarkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) –Li ser hilbijartinên 31ê Adarê, bi taybetî jî li ser muxtariyan gelek alozî û pevçûn çebûn.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji 17ê Adarê ve di van pevçûnên li ser muxtariyê de 6 kes hatin kuştin, 62 kes jî hatin birîndarkirin.

Li Bakurê Kurdistanê li Rihayê ser muxtariyê du kes hatin kuştin.

Herwiha li Amedê kesek, li Mêrdînê kesek û li Sêrtê jî kesek li ser muxtariyê hatin kuştin.

Li Tirkiyeyê jî li Stenbolê jî kesek li ser muxtariyê hat kuştin.

Li hêla din, di pevçûnên li ser hilbijartinê de jî 62 kes hatin birîndarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst