HDPê êrişên li ser Şingal, Mexmûr û Dêrikê şermezar kir

02-02-2022
RÛDAW
Nîşan HDP Kampa Mexmûrê Şingal Dêrik Artêşa Tirkiyê Êriş Bombebaran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Rêveberiya Navendî ya HDPê derbarê êrişên Tirkiyê yên li ser Şingal, Mexmûr û Dêrikê de daxuyaniyek da û tê de got “Wek HDPê em vê êrîşê û hemû hêzên li pişt wê êrişê şermezar dikin. Em bang dikin ku demildest dawî li van operasyonên li dijî gelê Kurd bê anîn.”

Tirkiyê şeva borî (01.02.2022) Kampa Mexmûrê û derdora wê, Şingal û navçeya Dêrikê li Rojavayê Kurdistanê bi dijwarî bombebaran kir û di encamê de 8 kesan canê xwe ji dest dan û 17 kes jî birîndar bûn.

Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi daxuyeniyeke nivîskî bombebarana Tirkiyê şermezar kir.

HDP di daxuyaniya xwe de wiha dibêje:

“Êvara 1’ê Sibatê balafirên şer ên artêşa Tirk bi awayekî hemwext Kampa Mexmûrê ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî ya li Herêma Kurdistana Iraqê, herêma Şengalê û herêma Dêrikê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dijwarî bomberdûman kir. Hikûmeta AKP'ê di bin navê "terorê" de hewl dide bombekirina cihên niştecihbûnê yên ku bi sed hezaran sivîl lê dijîn rewa bike, bi van êrîşan bi awayekî vekirî Kurdan dike hedef. Ev operasyonên ku piştî êrîşa DAIŞ'ê ya li Hesekê pêk hatin, bi awayekî zelal nîşan didin ku AKPê bi hevkariya DAIŞê li hemberî Kurdan dest bi pêngaveke nû kiriye.

Rêxistineke weke DAIŞê ku sûcên giran li dijî mirovahiyê kiriye dema ku êrîşî Hesekê kir, çûna rayedarên polîtîkayên şer ên AKP'ê jî ji bo temaşekirina amadekariyên van operasyonan bo Şirnexê, hevkariya AKP-DAIŞ'ê careke din derket holê. Herwiha bi bîr xist ku bombardûmana dijwar a li Şengalê di roja Cejna Îda Çilexanê Zivistanê ya Êzidiyan de pêk hat, ku hikûmeta AKPê polîtîkaya bi zîhniyeta DAIŞê dijminatiya gelê Êzidî ya ku li Rojhilata Navîn têkoşîna jiyanê dide, dişopîne.

Dema desthilatdariya AKP-MHP’ê ya ku di siyaseta navxweyî de ji hev belav û hildiweşe, li Hesekê serkeftina ku ji DAIŞê hêvî dikir bi dest nexist, bi hemû derfetên xwe hedefgirtina Kampa Mexmûrê, Şengal û Dêrikê ku beriya niha rastî êrîşên DAIŞê hatibûn, ne tenê encama dijminatiya Kurdan e, di heman demê de hewldana veşartina hilweşîna ku tê de ye.

Ji bo hemû gelên cîhanê şerm e ku hemû hêzên navneteweyî bi taybetî NATO, Amerîka û hikûmeta Iraqê li hemberî van êrîşên li dijî Kurdan bêdeng in. Wek HDPê, em vê êrîşê û hemû hêzên li pişt wê êrisê şermezar dikin. Em bang dikin ku demildest dawî li van operasyonên li dijî gelê Kurd bê anîn. Divê her kes bizane ku ev êrîş di serî de DAIŞ dibin sedema bihêzbûna hemû rêxistinên tarî yên dijminatiya Kurdan. Di heman demê de ne aramiya hem li Iraq û hem jî li Sûriyê rîska kûrbûna van êrîşan û êrîşên bi vî rengî heye.”

Tirkiyê şevê borî (01.02.2022) Kampa Mexmûrê û derdora wê, Şingal û navçeya Dêrikê li Rojavayê Kurdistanê bi dijwarî bombebaran kir.

Peyamnêrê Rûdawê Rence Cemal li Mexmûrê ragihand, firokeyên Tirkiyê şevê din 6 caran sînorê qezaya Mexmûrê bombebaran kirine.

Çavkaniyekî ji Rêveberiya Tendirustiya Mexmûrê ji Rûdawê re got, 8 kes di bombebarana Tirkiyê de canê xwe ji dest dane û 17 kes jî birîndar bûne.

Heman çavkaniyê diyar kir, birîndarên bombebaranê bo Nexweşxaneya Geyare ya li parêzgeha Neynewayê hatine veguhastin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst