Hakan Fîdan: Em dixwazin niha li Xezeyê agirbest bê ragihandin

01-11-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Îran Hemas Îsraîl Agirbest
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan diyar kir ku li Xezeyê metirsiya belavbûna şer heye û niha ji hemû deman zêdetir pêwîstî bi agirbest û çareseriyê heye.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û Wezîrê Karên Derve yê Îranê Husên Emir Abdullahiyan li Enqereyê hevdîtinek pêk anî û wan civîneke medyayî ya hevbeş saz kir.

Hakan Fîdan li ser şerê Hemas û Îsraîlê rexne li welatên Yekîtiya Ewropayê kir û got:

“Welatên Yekîtiya Ewropayê bi Amerîkayê re piştgiriya Îsraîlê dikin û naxwazin gotina agirbestê bibihîzîn.”

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li ser ragihandina agirbestê got:

“Em dixwazin niha demildest agirbest bê ragihandin lê heta çareseriyeke mayînde neyê dîtin ne zehmet e ku em pêşbînî bikin dê piştî demekê tundûtûjî dîsa dest pê bike.

Di dema şerê yekem û duyem de agirbest hat kirin. Eger em di şerê sêyem de çareseriyekê nebînin piştî agirbestê dê dîsa pirsgirêk rû bidin. Em vê yekê dibînin û divê çareseriyeke mayînde bê dîtin.”

“Ev ti carî ewlehiyê dabîn nake”

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan herwiha anî ziman:

“Îsraîl û hevkarên wê ji çareseriya mayînde dixwazin ku komên berxwedêr û komên çekdar ên ku li dijî wan gef in nemînin. Ev ti carî ewlehiyê dabîn nake.

Li vê derê divê hem Îsraîl û hem aliyên siyasî yên civakên Rojavayî vê rastiyê û çareseriyeke ku Filistînî razî bibin û welatên navçeyê berpirsiyariyê li xwe bigirin qebûl bikin.

Eger wiha nebe, dê li herêmê tundûtûjî berdewam be. Metirsî heye ku şer li erdnîgariyê belav bibe.”

Hakan Fîdan li ser civîna bi Husên Emir Abdullahiyan re jî got:

“Em bi birayên xwe yên Îranî re axivîn û wî bi xwe jî di axaftina xwe de behs kir û got, eger rewşa şer neguhere dibe ku komên çekdar ên li herêmê beşdarî şer bibin.

Li hember rastiyeke wiha agirbest û çareserî niha ji hemû deman zêdetir pêwîst e.”

“Her cure çekên qedexe tên bikaranîn”

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Husên Emir Abdullahiyan jî li ser şerê Hemas û Îsraîlê anî ziman:

“Ev 26 roj in ku rejîma Siyonîst li Xezeyê kuştina jin, zarok û sivîlan bi her cure komkujî û tawanên şer didomîne.

Rejîma Siyonîst di van cinayetan de her cure çekên qedexe bikar tîne. Heger cîhan bi baldarî raporên nexweşxaneyên Xezeyê bişopîne dê bibîne ku şehîdên Xezeyê û birîndarên li wir bi çekên qedexe û bombebaranê hatine kuştin û birîndarkirin.”

Husên Emir Abdullahiyan herwiha got:

“Eger şer neyê rawestandin, berpirsyariya derketina rewşa herêmê ji kontrolê dikeve ser milê Amerîka, Îsraîl û yên ku piştgiriyê didin tawanên şer e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst