Pismamê Hekîm Luqman: Em bi Kurdî axivîn, wan wekî ku bêjin kafir in êriş kir

2 demjimêr berê
RÛDAW
Muhsîn Tevfîk ê pismamê Hekîm Luqman ji Rûdawê re axivî
Muhsîn Tevfîk ê pismamê Hekîm Luqman ji Rûdawê re axivî
Nîşan Hekîm Luqman Êriş Stenbol
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Muhsîn Tevfîqê pismamê Hekîm Luqman ragihand ku Hekîm bê sedem hatiye kuştin û ew dû bûyerê bernade.

Karsazê ji Dihokê Hekîm Luqman li bajarê Stenbolê ji ber ku bi Kurdî diaxivî ji aliyê 12 kesan ve bi kêrê hat kuştin.

Dema Hekîm Luqman hat kuştin pismamê wî Muhsîn Tevfîq û biraziyekî wî pê re bûn û ew jî birîndar bûn.

Muhsîn Tevfîq li ber Tiba Edlî ya Stenbolê ji Nûçegihanê Rûdawê Omer Sonmez re behsa bûyerê kir.

Muhsîn Tevfîq xwest ku bûyer were zelalkirin û got:

“Divê ev bûyer were ronîkirin û berpirsyar werin eşkerekirin. Heger ev nebe ez ji Tirkiyeyê dernakevim.

Hekîm bê sedem hat kuştin. Pêwîst e Hikûmeta Kurdistanê li ser vê mijarê daxuyaniyekê bide.

Ez milyonek dolarî jî xerc bikim ez dê tola birayê xwe hilînim, ez dû vê bûyerê bernadim.

Divê Hikûmeta Kurdistanê destekî bavêje vê mijarê. Birayê min bê sedem hat kuştin.

Ew bi xizmên xwe yên li Brîtanyayê re bi rêya vîdeoyê bi Kurdî diaxivî. Ji nişka ve 10 kes bi hev re hatin û wan li me xist.

Wan bi kêran êriş kir. Birayê min di destê min de ma. Ev hemû li ber otêlê diqewimin.

Em nû ji Dubaiyê hatibûn û paşê em dê vegeriyan Kurdistanê.

Em ji otêlê derketin ku xwarinê bixwin. 10 kesan bi carekê de êriş kir, divê êrişkar bên eşkerekirin.

Her tişt li ser kamerayê heye. Divê ev kes bên naskirin û hikûmet bi wan re mijûl bibe.

Hekîm bavê me, birayê me, mezinê malbata me, her tiştê me bû.

Wî em mezin kirin. Min bavê xwe nedîtiye Hekîm bavê min e, birayê min e û wî em xwedî kirin.

7 zarokên Hekîm hene ku pênc ji wan keç in. Wan ew bê sedem kuşt. Karsaz bû, firoşgeheke wî ya otomobîlan hebû.

Hekîm qiseyek nekir û ne jî kir xirecir, ew bê sedem hat kuştin.”

“Wan wekî bêjin kafir e êriş kir”

Muhsîn Tevfîq da zanîn ku êrişî wî jî hatiye kirin û ew ji rû û zimanê xwe birîndar bûye û got:

“Hekîm bi telefonê li gel xizmên me yên Brîtanyayê diaxivî û ew hatin wekî bêjin kafir in û wan li me xist.

Ez bi Tirkî nizanim lê Hekîm dizanî, wî got ev heqaretê li me dikin. Paşê hemû hatin êriş kir.

Wan birayê min kuşt divê Hikûmeta Kurdistanê li ser vê yekê tiştekî bibêje û konsulxane were vê derê.”

Bi gotina Muhsîn Tevfîq piştî ku Hekîm da ber kêran ambulans di dema xwe de negihîşte cihê bûyerê.

Muhsîn Tevfîq her wiha got:

“Birayê min li wê derê dimir ti kesî tiştek nedikir û kesî ambulans neanî.

Hêzên ewlehiyê em birin Rêveberiya Ewlehiyê. Birayê min mir lê wan em birin. Li wê derê av jî nedan me."

“Bi sedan Kurdên me li Tirkiyeyê hatin kuştin”

Basil Goranê xizmê Hekîm Luqman jî diyar kir ku ew ji ber ku bi Kurdî diaxivî hat kuştin û got:

Hizbayetiyê bidin aliyekî û neteweyê li ser her tiştî dayînin. Bi sedan Kurdên me li Tirkiyeyê hatin kuştin.

Dema ew tên Kurdistanê em wan li ser serê xwe datînin.

Divê Kek Nêçîrvan Barzanî û Kek Mesrûr Barzanî werin ser xetê."

Çi bûbû?

Karsazê bi navê Hekîm Luqman ê ji Dihokê, li navçeya Fatîhê ya Stenbolê rastî êrişa bi kêran hat û canê xwe ji dest da.

Doh bi şev 10-12 kesan ji ber ku bi Kurdî diaxivîn êrişî Hekîm Luqman û biraziyek û pismamekî wî kir.

Kesên ku êriş kir ji cihê bûyerê reviyan.

Cenazeyê Hekîm Luqman ji bo otopsiyê li Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê tê girtin.

Dîmenên dawî yên Hekîm Luqmanê ku li Stenbolê bi kêrê hat kuştin

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst