Hewlêr (Rûdaw) – Kesekî ji Dihokê yê bi navê Hekîm Luqman li Stenbolê bi kêrê hat kuştin.
Remezan Mihemed Ehmedê pismamê Hekîm ji Rûdawê re diyar kir ku 12 kesan lê daye û ew bi kêrê hatiye kuştin.
Li gorî agahiyên ku pismamê wî dane, pevçûnê vê sibehê rû daye.
Remezan Mihemed Ehmed got ku sedema pevçûnê ne diyar e lê 12 kesan êrişî Hekîm Luqman kiriye û kêr li dilê wî ketiye.
Pismamê Hekîm Luqman amaje pê kir ku dema pevçûnê biraziyek û pismamekî Hekîm jî li wê derê ne û hatine desteserkirin.
Remezan Mihemed Ehmed anî zimên ku êrişkar reviyane.
Pismamê wî da zanîn ku Hekîm Luqman karê firotina otomobîlan dikir, ji Dubaiyê çûye Stenbolê û rastî vê êrişê hatiye.
Malbata wî ji bo anîna termê wî îro bi rê ketiye.
Hekîm Luqman 45 salî bû û bavê 3 zarokan bû.
"Ji ber ku bi Kurdî axiviye hatiye kuştin"
Hekîm Luqmanê Dihokî li Stenbolê hat kuştin
— RudawKurdi (@RudawKurdi) September 1, 2024
🎤Ji ber ku bi #Kurdî axiviye 3-4 kêr li dilê wî xistine
🎤 Xelkê temaşe kiriye, ambulans dereng hatiye
🎤 Medyaya Tirkiyeyê qet behsa bûyerê nake
🎤Nûçegihanê Rûdawê Omer Sonmez li Stenbolê bûyerê dişopîne û agahiyên herî nû dide pic.twitter.com/AOSzJ2KV0r
Pismamê Ekrem Nesrulah ji nûçegihanê Rûdawê Nayîf Remezan re li ser sedema kuştina wî got:
“Ji Dubaiyê çûye Stenbolê, li otelê ji bo 3 rojan cih veqetandiye.
Dema xwe berdaye kafeya otelê bi pismamê xwe re bi Kurdî diaxive.
10-12 kes li wê derê ne. Dema dizanin ew Kurd in û bi Kurdî diaxivin yek ji wan radije kêrê û hema li ser dilê wî dixe.
Beriya ku bigihe nexweşxaneyê emrê Xwedê kiriye.”
Hekîm Luqmanê Dihokî li Stenbolê hat kuştin
— RudawKurdi (@RudawKurdi) September 1, 2024
🎤 Ji ber ku bi #Kurdî axiviye hatiye kuştin pic.twitter.com/qYymzUxMcv
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse