Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Meclisa Ciwanan û Endamê Meclisa Rêveberiya Navendî (MYK) ya DEM Partiyê Rohat Guvercîn li balafirgeheke Stenbolê hat destserkirin.
DEM Partiyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî di daxuyaniyekê de ragihand ku Berdevkê Meclisa Ciwanan û Endamê Meclisa Rêveberiya Navendî (MYK) ya DEM Partiyê Rohat Guvercîn doh li Balafirgeha Sabîha Gokçenê ya Stenbolê hatiye desteserkirin.
DEM Partiyê di daxuyaniya xwe de nerazîbûn li hember destserkirina Rohat Guvercin nîşan da û got:
"Em bangî li desthilatê dikin ku dawî li van êrişên xwe yên nehiqûqî û kêfî yên li dijî siyaseta me, saziyên me yên partiyê û Meclisa me ya Ciwanan bîne."
Li gorî zanyariyan, Rohat Guvercin ji bo xebateke dîplomasiyê çûye derveyî welat lê di vegerê de li balafirgehê hatiye destserkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse